Elewiyan rexne li komîteya lêkolîna rastiyan kirin
Berdevka Elewiyan diyar kir ku komîteya lêkolînkirina rastiyan ne bêalî ye û jî durist e û got: " avakirina vê komîteyê hewldaneneke ji veșartin û nixumandina komkujyan û kuștinan e û derbaskirina demê ye."

Komên çekdar di Adara îsal de êrişên giran li perava Sûriyeyê (Laziqiye û Tertûsê), Hums û Hemayê pêk anîn û komkujî kirin. Di encamê de jin û zarok jî di nav de bi seden sivîl hatin qetilkirin. Li gorî nûçeyan, li ser nasnameya mezhebî gelek kes li qadan hatin înfazkirin, hatin revandin û windakirin. Zêdetirî vê yekê kiryarên xirabkirin û talankirina milkan hatin kirin.
Desthilata Şamê ji ber zextên navneteweyî di 9’ê Adarê de komîteyek qaşo lêkolînkirina rastiyan ava kiribû. Endamên komîteyê soz dabû ku erka xwe bi zelal bi cih bîne û şahidan jî biparêzin. Lê tevî vê yekê gelek rêxistinan gumanên xwe li ser xebata komîteyê anîn ziman û diyar kir ku endamên komîteyê xwe negihandina piraniya mexdûran.
Tevî ku zêdetir 2 meh di ser avakirina komîteyê re derbas bûn, lê heya niha komîteye der barê mijarê de tu raporên fermî parve nekiriye.
Der barê mijarê de berdevaka Nivîsgeha Hemahengî û Têkiliyên Giştî yên Xwecih û Navneteweyî ya girêdayî Meclisa Bilind a Elewiyên li Sûriyeyê û Diasporayê Muna Xanim axivî.
Muna anî ziman ku guman li ser karê komîteyê heye û got: "Komîte ne bêalî ye, ne zelal û ne jî pêbawer e. Heya niha der barê sûcên ku hatine kirine de tu delîl an daxuyanî nedaye."
Muna Xanim îşaret bi vê yekê kir ku avakirina vê komîteyê hewldaneneke ji veșartin û nixumandina komkujiyan e û derbaskirina demê ye û got, kujer diyar in û qurbanî jî naskirî ne, çi hewceya evqas lêpisînan e.
Muna Xanim ji serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri re xwest birayra vekişandina komên beradayî yên li perava Sûriyeyê bide û li şûna wan polîsên sivîl an jî hêzên hevbeş ên xweparastinê yên ji niştecihên herêmê an jî ewlehiya giştî belav bike.
Muna Xanim bal kişand ser helwesta navneteweyî ya li hemberî komkujiyên li perava Sûriyeyê û got: "Mixabin, dozên mîna komkujiyên ku li gelemperiya Sûriyeyê têne kirin, ji dosyaeke hiqûqî wêdetir wekî kaxezeke siyasî tên bikarnaîn. Ev komkujî jî wekî kaxezeke zextê li ser desthilata heyî tê bikaranîn da ku berjewendiyên navneteweyî pêk bîne. Berjewendiyên navnetewyeî ji komkujî an Elewî an jî çi komên li Sûriyeyê mezintir in."
(bb)
ANHA