Serokê Meclisa Eşîrên Tey ên Ereb: QSD`ê dikare tevahiya Sûriyê biparêze

Serokê Meclisa Eşîrên Tey ên Ereb got ku bi saya peywendiyên dîrokî yên di navbera gelên herêmê de hemû hewlên ji bo çêkirina nakokiyan têk diçin û tekez kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bûye bingeha avakirina Sûriyeya siberojê.

Serokê Meclisa Eşîrên Tey ên Ereb: QSD`ê dikare tevahiya Sûriyê biparêze
30 ÇILE, 2025   05:15
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Piştî rûxandina rêjîma Esed li Sûriyeyê û destpêkirina gotûbêjên derbarê siberoja welat û diyalogê de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û hewldanên xwe yên çêkirina nakokî û fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de zêde kirin.

Şêx Hesen Ferhan Ebdulrehman şêxên Meclîsa Eşîrên Tey ên Ereb di hevpeyvînekê de ji ajansa me re tekez kir ku hemû hewlên çêkirina nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de di dema borî de bi ser neketin û dê têk biçin.

TÊKILIYÊN DÎROKÎ Û XURT LI HEMBER HEWLDANÊN FITNEYÊ

Şêx Hesen Ferhan Ebdulrehman destnîşan kir ku hemû hewldanên têkbirina van têkiliyên di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji aliyê hemû pêkhateyên civakê ve nayên pejirandin. Her wiha diyar kir ku hin hêzên derve, di serî de dewleta Tirkyeyê ya dagirker, dixwazin nakokiyan di navbera van pêkhateyan pêk bînin û nirx û rêgezên civakê qels bikin.

 Ebdulrehman diyar kir ku rejîma Bais`ê ya Sûriyeyê û dewleta Tirkyeyê a dagirker gelek caran hewl dan ku di navbera pêkhateyên herêmê de nakokiyan derxin, lê hemû hewldanên wan têk çûn. Her wiha got, "Em bi zelalî dibêjin ku em hemû li dijî her destwerdana derve yên li dijî ewlehî û aramiya herêmên me, yekgirtî ne."

Pêkhateyên herêmê ji bo parastina civakî bi hev re xwîn dane

Şêxê Ebdulrehman destnîşan kir ku şoreşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşeke ku tê de xwîna Kurd, Ereb û Suryaniyan têkelê hev bûye û hemû pêkate li hemberî pirsgirêkan dirûşma yekîtiyê bilind kirin. Her wiha destnîşan kir ku dema dayîk û pîr şehîdan bi tilîliyan pêşwazî dikin, ji hemû cîhanê re peyameke xurt rêdikin ku her kes li vê herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ne.

 Her wiha bal kişand ser berxwedana qehremanî ya bendava Tişrînê, çi berxwedana şervanan, çi jî berxwedana bi sedan şêniyên ji pêkhateyên cuda ji bo parastina vê destkeftiyê ku bi xwîna şehîdan hatiye bidestxistin. Ebdulrehman diyar kir ku ev berxwedan wê di dîrokê de neyê jibîrkirin, ji ber ku gelên herêmê bi bedenên xwe li hemberî maşîna şer, mil bi mil li ber xwe dan û civaka xwe û xak û destkeftiyên xwe ji dagirkeriyê parastin.

QSD`ê dikare tevahiya Sûriyeyê biparêze

Şêx Ebdulrehman bal kişand ser wê yekê ku QSD`ê xwedî ezmûna şer û çekên pêşketî ye, û dikare  bibe nimûneya artêşa  Sûriyeyê ya siberojê. Her wiha tekez kir ku ev yek dihêle ku her kes pê serbilind be, ji ber ku ew berî ku kurd, ereb û suryan bin, Sûriyeyî ne û hêzên wan dikarin Sûriyê bi giştî biparêzin.

Şêx Hesen Ferhan Ebdulrehman di dawiya axaftina xwe de bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê kir ku di vê qonaxa hestiyar de hişyar bin ji bo siberojeke baştir ji bo hemû gelê Sûriyeyê.

(k)

ANHA