‛Efrînî li benda mizgîniyê ne’
Hevseroka Meclisa Gelan a kantona Efrîn û Şehba diyar kir ku li gel hebûna çeteyan ewlehî li Efrînê tune ye û got: "Ji bo vegereke ewle pêk were, divê Efrînêa bi garantiya navneteweyî vegerin û gel li benda mizgîniya vegerê ye."

Hevseroka Meclisa Gelan a kantona Efrîn û Şehba Mûşîra Mele Reşîd bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê û vegera ewle ya koçberên Efrînê ji ajansa me re axivî.
Mûşîra di destpêka axaftina xwe de bi boneya salvgera dagirkirina Efrînê de, di şexsê şehîd Karker Êriş de tevahî şehîdên qonaxa yekemîn û duyemîn a Berxwedana Serdemê bi bîr anîn.
Mûşîra behsa koçberiya ji Efrînê kir û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovane êrişên xwe li dijî Efrîniyan pêk anîn û got: "Piştî berxwedana 58 rojan gelê Efrînê koçberî Şehbayê bû. Dewletên navneteweyî li hember van hemû kiryaran bê deng ma. Tevî ku Şehba herêmeke ku berê şer tê de bûye, gelê Efrînê li wir hat bicihkirin. Lê dîsa jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kampên koçberan û gundên lê koçber diman, dan ber topbaran, dîsa jî gel di berxwedanê de bi îsrar bû û 7 salan li hember dorpêçê û êrişan li ber xwe da."
Mûşîra diyar kir ku li Şehbayê jî nehiştin gelê Efrînê bimîne û xwestin komkujiyan pêk bînin û wiha pê de çû: "Eger ne ji QSD’ê bûya wê gelê Efrînê di komkujiyên mezin û hovane re derbas bibûya. Dîsa jî di dema koçber ji Şehbayê derketine rastî sûc û êrişan hatin. Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) jî li hember êrişên dagirkeran gelê xwe parast û gelek jî di vê oxirê de şehîd bûn."
VEGERA BI EWLE YA KOÇBERAN
Mûşîra diyar kir ku ji bo vegera koçberan hewldan hene û wiha got: " v gelê ku ewqas sal e ji ber dagirkeriya Tirkiyê hatine koçberkirin divê vegerin cih û warê xwe. Hewldanên ji bo vegerê hene. Biryara Meclisa Ewlehiyê û dewletên navnetewî hebûn ku tevahî gelê Sûriyeyê yê koçber vegerin malên wan. Ev biryar ji beriya niha ve bû. Niha demê wê hat ku pêk were. Her tim me digot ku pirsgirêka Efrînê girêdayî Sûriyeyê ye. Klîta çareseriyê ew e ku divê gelê Sûriyeyê vegerin cih û warê xwe, bi taybet jî gelê Efrînê. Lê em dibîn ku îro piraniya Sûriyeyiyên ku ji xaka xwe koçber bûn vegeriyan cih û warên xwe, tenê gelê me yê Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî mane. Ji bo vegera gelê Efrînê û Serêkaniyê, liv û tevgerên dîplomasî jî hene. Têkiliyên bi dewletên navdewletî, Koalîsyona Navneteweyî, NY’yê re hene da ku ev gel bi garantiya navdewletî vegere."
Muşîr axaftina xwe wiha berdewam kir: "Efrîn, beriya ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve were dagirkirin, Rêveberiya Xweser bi rê ve dibir. Di bin sîwana Rêveberiya Xweser jiyaneke aram û ewle hebû, lê piştî 2018’an ewlehî tune ye, demografî hatiye guhertin. Heyanî ku çeteyên El Emşet û El Hemzet di hundir Efrînê de ne ewlehî ne pêkan e."
Mûşîra axaftina xwe wiha dawî kir: "Gelê Efrînê li benda mizgîniya vegerê ye. Ji bo vê yekê divê peymanên navneteweyî werin pêkanîn. Em bi coşeke mezin banga aştiyê ya Rêber Apo pêşawaz dikin. Divê li Efrînê warê zeytûnê ev bang were pêkanîn."
(fr)
ANHA