Jiyan bi hiş, hest û ramana jinê dixemile- Hêlîn EYLÛL

Jiyan bi hiş, hest û ramana jinê dixemile- Hêlîn EYLÛL
22 mijdar 2023   04:42

 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê ye, ev roj bingeha xwe ji têkoşîna xwişkên Mîrabel digire. Patria, Minerva û Maria Teresa li Komara Dominikê çalakvanên siyasî bûn û li dijî pergal û siyaseta serokê komara Rafael Trujillo serî hildabûn û tê dikoşiyan. Di 14’ê Hezîranê de di dema şahiyê de Rafael Trujillo hewil da ku Minerva yê tacîz bike, loma Minerva helwesta xwe nîşan da û şeqam li Rafael xist. Piştî wê bûyerê bi pêşengiya Minerva ku beşa Parêzerî li zanîngehê dixwend, rêxistina bi navê ‘Tevgera 14’ê Hezîranê′ ava kir ku navê xwe ji dîroka şeqama Rafael Trujillo xwariye digire û perperîkê jî weke nîşaneya tevgerê hildibijêrin.

Piştî wê bi demekê Rafael Trujillo fermana dîlgirtin û îşkencekirina hersê xwişkan dide û Minervayê ji bawernameya wê mehrûm dike. Paşê hersê xwişk ji girtîgehê derdikevin û di 25’ê Mijdara 1960’î de bi rengekî hov ji aliyê çekdarên Rafael Trujillo ve têne qetilkirin. Ev bûyer dawiyê li pergala Rafael tîne û ew piştî 6 mehan ji qetilkirina xwişkên Mîrebal, tê kuştin. Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 17’ê Kanûna yekemîn sala 1999’an de biryar dide ku 25’ê Mijdarê wek roja qetilkirina xwişkên Mîrebal bibe roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê. Bang tê kirin ku hemû hikumet, rêxistinên navneteweyî, rêxistinên mirovî û yên jin ji bo têkoşîna li dijî tundî û parastina mafên jin rol û misyonên xwe bilîzin.

BERÎ 63 SALAN

Xwişkên Mîrabel berî 63 salan hatin qetilkirin ji wê rojê heta niha têkoşîna jinan di hemû qadên jiyanê de berdewam dike. Beriya xwişkên Mîrabel û piştî wan jî bi dehan jinên li dijî dîktatoriyan li ber xwe dane hebûn. Ji Jeanned Arc bigire heta Fatma Kara, heta Clara Zetkîn, Leyla Qasim, Rose Luxemburg, Sakîne Cansiz, Evîn Goyî, Leyla Van, Jiyan-Roj-Baharîn, Yusra, Reyhan, Delal Amed, Raperîn Amed, Nagîhan Akarsel, Gulê Selmo, Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û bi hezaran jinên pêşeng ên bizanebûn û birêxistinî li dijî vê sîstemê tê dikoşiyan û ji aliyê hêzên dagirker ve hatin qetilkirin. Îro li Rojhilatê Kurdistanê- Îranê ev yek berbiçav e piştî qetilkirina Jîna Emînî û jinên li ser şopa Jîna Emînî meşiyan slogana “JIN JIYAN AZADΔ li giştî cihanê belav kirin. Jinên di ceperên şer yê herî pêş de ji bo giştî jinên berxwedêr dibin sembol û  rêya me ronî dikin û hêza me ya têkoşîna li dijî pergalê xurtir dikin.

ŞOREŞA ROJAVA TOVÊN PERGALA JINÊ BILAV DIKE

Şoreşa Rojava tovên pergala jinê belav dike, jinên Rojhilat navîn û cîhanê li ser pergala ku îro li Rojava heye xwe bi rêxistin dikin. Pergala hevserokatî, bingeha modela civaka azad û jiyana azad e. Ev model, ji aliyê têkoşîna azadiya Kurdistanê ve li ser bingeha pergala rêxistinî hat destpêkirin û wekî nûnertiya wekhev bû rêgeza jiyana azad û wekhev.

Di tevahî qadên jiyanê yên civakî de avakirina xwe rêxistinkirinê mîna meclis, komîn, ocax, kooperatîf, rêxistinên tenduristî, perwerde û kargehên aboriyê tê wateya temînata ewlehiyê. Xweparastin tenê weke pêkhatineke çekdarî bi dest nayê girtin. Xweparastin di her qadê de rêxistinbûna civakê wek  nasname, ziman û jiyanekî aram  îfade dike. Rêber Abdullah Ocalan gava mijarên weke akademî, meclis, kongre û konseyê tîne ziman, di heman demê de wan weke navendên xweparastinê jî dinirxîne.

JIN PERGALA DEMOKRATÎK AVA DIKIN

Şoreşa ku jinê bi xwe ava kir li ser esasê xweparastinê didomîne. Her çendî her jinek xwedî hêzeke xweparastinê ye ku destkeftî û azadiya xwe biparêze, artêşeke jinê ya bi navê YPJ’ê jî heye ku bi hezaran jin di nav xwe de dihewîne. Li aliyê din Kongra Star, bi rêya komîn, meclis û hemû rêxistinî yên ku ji aliyê Ereb, Kurd, Asûrî ve hatine avakirin, têdikoşe ku bermahiyên rejîma Baas a mêranî û zordar ji bîranînan paqij bike û siyaset û jiyana mêtînger biguherîne. Jinên Ermenî, Tirkmen û Suryanî mekanîzmaya hevpar û edaletê pêk tînin.

Jinên ku pergala demokratîk ava dikin, xwedî îradeya ku ji hemû mekanîzmayên ji bo avakirina sîstemeke bi ziman, çand, aborî, ekolojî û dadmendiyê re esas in. Jinên di nava vê sîstemê de parêzvanên herî çalak, herî pêş û herî xurt.

Ji bo jin bi hêza xwe ya rêxistinkirî tevlî hemû qadên jiyanê bibe, divê vîna vê yekê ku tê ferz kirin û li gorî zihniyeta zilamê serdest e, li dawiyê bê hiştin. Jin bi hêza vîn, zanabûn, nûnertî û fikra xwe tevlî qada siyaseta demokratîk dibe. Nûnertî û tevlîbûna wekhev a jinê, beriya her tiştî ji rêxistinbûyîna xweser a jinê tê. Her wiha tê maneya ku nûnertiya tevgera jin li wê qadê bê kirin û bi vî awayî jin bi rengekî çalak dibe kirdeya rastî ya jiyanê ye. Ev yek jî li her derê li hember baviksalariyê şikandina zincîra koletiyê ye.

JI ROJHILATÊ KURDISTANÊ HETA BAKURÊ AFRÎKAYÊ

Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê şêniyên herêmê û jin li ser vê pergalê xwe rêxistin dikin û bi vê yekê jî jiyan bi hiş, hest û ramana jinê dixemile û tevna jiyanê bi ziraviya ramanên jinê tê hûnandin û belav dibin.  Pergala şoreşa jinê ya ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin ji bo tevahî jinên serhilder û jinên pêşêngtiya serhildanê dike bûne îlhama herî sereke. Di her qetilkirina jinekê de bi deh hezaran jin dibin yek. Bi yek deng û şiyarê derdikevin qadan û li hemberê pergala zilam salar bertekên xwe diyar dikin. Serhildana “Jin Jiyan Azadî” jî yek ji van serhildananê ku jinan ji Rojhilatê Kurdistanê heta bakurê Afrîkayê bi yek şiyarê û dengî derketin qadan.