Arîşeyên ji ber propagandaya olî ya li Sûriyeyê û xetereya Rûsyayê ya li ser Ewropayê rojevên rojnameyên erebî ne

Propagandaya olî ya li kolanên gelek bajarên Sûriyeyê bûn cihê gengeşe û arîşeyê, her wiha tirs di nava welatiyan de çêkir. Gelek welatên Ewropayê Rûsyayê wek metirsiyek li ser ewlehiya xwe ya nîştimanî dibînin.

Arîşeyên ji ber propagandaya olî ya li Sûriyeyê û xetereya Rûsyayê ya li ser Ewropayê rojevên rojnameyên erebî ne
23 ÇILE, 2025   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî çalakiyên propagandaya ji bo îslamîbûnê ya li bajarên Sûriyeyê kir ku bûn sedema tirsê di nava welatiyan de û li ser xetereya Rûsyayê ya li ser ewlehiya Ewropayê nivîsîn.

‘LI ŞAMÊ RÛDANEKE XERÎB; OTOMOBÎLÊN PROPAGANDAYA ÎSLAMÎBÛNÊ’

Rojnameya El Ereb a Londonê, li ser belavbûna diyardeyên nû yên li Şamê wiha nivîsî: "Hesabên medyaya dîjîtal ên Sûriyeyê pir behsa diyardeyên nû li hin kolanan kir, ew jî diyardeya "otomobîlên bangeşeya (propaganda) îslambûnê" ne ku li kolanan digerin, sirûdên olî lê didin û banga pêkanîna şerîeta îslamê dikin. Her wiha di otobusan de belavokên ku banga lixwekirina hîcabê belav dikin. Ev rûdan, ji ber bandorên wê yên li ser cihêrengiya civakî û nasnameya çandî, bû sedema pêleke berfireh a gengeşe û tirsê di nava sûriyeyiyan de.

Sûriyeyiyên ji mezhebên olî yên cuda diyar kir ku ev diyarde û reftar bi taybetî naşibin Şamê û tirs û fikaran zêde dikin. Tê zanîn ku bangeşeya olî li mizgeftan û cihên olî pêk tê, tu sedem tune ye bi vî awayî bangeşeyê bikin. Her wiha gotin dem jî niha ne guncaw e, ji ber ku li welatekî ku binesaziya bingehîn, kar û barên bingehîn lê tune ne, tiştên girîngtir hene mirov pê mijûl bibe. Gava ku her tişt kêm be, mirov çawa dikare bangeşeya olî bike? Sûriyeyiyan ji hikumeta nû xwest dawî li van pêkanînan bîne".

RÛSYA Û EWLEKARIYA EWROPAYÊ

Rojnameya El Xelîc der barê tirsa Ewropayê ya ji Rûsyayê de wiha nivîsî: “Gelek welatên ewropî Rûsyayê wek metirsî li ser ewlehiya xwe dibînin, bi taybet welatên wekî Fînlandiya, Brîtanya, Îtalya, welatên deryaya Baltikê, Almanya û Fransa. Van welatan daxwaza zêdekirina lêçûnên berevaniyê û xurtkirina hêza leşkerî kir, ji bo parastina parzemînê û berdewama piştevaniya Ukraynayê. Tevî ku ev welat endamên NATO’yê ne, lê ditirsin ku rêveberiya nû ya Amerîkayê rola xwe di NATO`yê de kêm bike û îhtîmala piştgiriya ji bo Ukraynayê jî kêm bike. Ev yek tirsa wan welatan zêde dike û dike ku dengê xwe bilind bikin û daxwaza helwesteke bibiryartir a ewropî li hember Rûsyayê bikin.”

Her wiha li gorî rojnameyê, "Helwesta Ewropayê ya der barê gefa Rûsyayê de dûrî rastîyê ye û armanca wê  ew e ku rewşa alozîyê li Ewropayê dewam bike, ji bo pêkanîna armancên hin partiyên sîyasî yên dijminê Moskovê û mayîna di sîwana leşkerî ya Amerîkayê de.”