Silêman Ehmed: Di berdana min de rola Ragihandina Azad pir zêde ye 

Rojnamevan Silêman Ehmed ku piştî 454 rojan ji zindana PDK’ê hat berdan, got: “Di serbestberdana min de rola Ragihandina Azad gelekî zêde ye”. Silêman diyar kir ku ewê pîşeya xwe ji cihê mayî bidomîne.

Silêman Ehmed: Di berdana min de rola Ragihandina Azad pir zêde ye 
23 ÇILE, 2025   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN
EKREM BERAKAT

Silêman Ehmed piştî ku malbata xwe ya li Helebê ziyaret kir, xwestibû vegere cihê karê xwe yê li Silêmaniyê, lê 25`ê Cotmeha 2024`an li Deriyê Sînor ê Fîşxabûr ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû girtin. Silêman piştî 454 rojan, 20`ê Çileya 2025`an hate berdan û vegeriya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê.

Di pêvajoya Şoreşa 19’yê Tîrmehê ku sala 2012’an destpê kir de, Silêman Ehmed bû yek ji rojnamevanên ku rizgarkirina bajarê Efrînê ya ji rejîma Baasê şopandin. Ehmed êrişên çeteyan ên salên 2013-14 ên li ser Efrînê, îlankirina Rêveberiya Xwser a Efrînê (29 Çile 2014) û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê ên li ser Efrînê (20 Çile 2018) şopandin; rastî ji cîhanê re ragihandin. 

Piştî dagirkirina Efrînê Silêman Ehmed derbasî bajarê Silêmaniyê bû û di Rojnews de karê xwe domand. Dawiya 2023`yan ji bo ku malbata xwe ya li Helebê ziyaret bike derbasî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bû. Piştî serdanê xwest vegere cihê karê xwe, lê li deriyê sînor ku bi awayekî fermî derbas bibû, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat girtin. 

Silêman Ehmed ku dibêje; "Min dixwest biçim Bexdayê û xebatên xwe yên rojnamevaniyê pêk bînim” pêvajoya girdina xwe û pêkanînên li hemberî wî, ji ANHA’yê re vegotin.

Bi gotinên, "Min her ev pirs ji xwe kir; ez çima hatim girtin? Çima 16 meh girtî mam? Min ev pirs ji her kesî dikir" Silêman Ehmed bal kişand ser iddiayên girtinê û got: “Ji min re gotin ku ez endamê partiye Kurd a qedexekirî me.”

TEVÎ BELGEYAN JÎ NEHAT GUHDARKIRIN

Ehmed bal kişand ku hêzên ewlehiyê qanûnên têkildarî rojnamevaniyê bin pê kirine û wiha dom kir: "Tu kesî tiştek têkildarî rojnamegeriyê pirs nekir. Tenê digotin, ‘rast e tu rojnamevan î lê karê me bi karê te tune ye. Tu ji bo karekî din hatiye Kurdistanê."

Silêman Ehmed belgeyên ku îsbat dikin ew rojnamevan e, her wiha vîzeya ku wê karibe biçe Bexdayê nîşan dane lê hêzên PDK`ê ew belge paşguh kir. Ehmed nêzîkahiya li hemberî xwe wiha vegot: "Min got ezê biçim Bexdayê, çend muameleyên fermî mane, piştre ezê biçim. Bi min re vîze jî heye. Lê guh nedan gotinên min."

BANDORA ZEXTA RAYA GIŞTÎ

Piştî revandina Silêman Ehmed, di serî de Ragihandina Azad, li Kurdistan û cîhanê gelek rêxistinên rojnamevanan, saziyên mafên mirovan ketin nava liv û tevgerê, rojevek girîng ava kiribû.

Silêman Ehmed da zanîn ku van zextan bandorek girîng li ser PDK’ê çêkiriye û wiha dom kir: “Fişara Ragihandina Azad, hiqûqnas, saziyên mafên mirovan hişt ku piştî 7 mehan û 4 rojan bi parêzer re hevdîtinê bikim. Pişt re jî bi birayê xwe re axivîm."

Silêman Ehmed bal kişand ku hêzên ku hema bêje her roj lêpîrsîna wî dikirin, pir zêde behsa zexta raya giştî kirine û got: “Her digotin, ‘Çima ragihandin ewqas behsa te dike? Çima dibêjin tu windayî?’ Min got ‘ez û hûn zanin ez li ku me, lê ew nizanin’. Di serbestberdana min de ragihandinê roleke erênî lîst."

LI DADGEHÊ BINPÊKIRINA MAFÊ ROJNAMEGERIYÊ

Mafê Ehmed wekî girtiyên din tunebû ku bi parêzeran û malbatê re têkilî çêke. Tevî tu delîlên tawanbarkirinê tune bûn jî, Ehmed derxistin dadgehê.

Ehmed der barê mijarê de ev tişt gotin: "Ez ecêb mam. Tuhmet tunebû, lê dîsa jî dadger ji katib re got tawanan binivîse. Darizandina min ne li gorî qanûna rojnamegeriyê ya herêma Kurdistanê bû. Dadgehê mafê min binpê kir."

Dadgeha Dihokê 3 sal ceza li Silêman Ehmed birî, lê piştî serlêdanê Dadgeha Temyîzê ya Hewlêrê bi hinceta ku delîl nîn in, mudaxele kir.

Ehmed li ser mijarê wiha axivî: "Li dadgehê di navbera min û dadger de nîqaş çêbûn. Min ji wan re got, ‘we ez bi endamtiya partiyekê tawanbar kirim, lê ew partî bi awayekî fermî li Herêma Kurdistanê heye û nivîsgeha wê hatiye vekirin. Di çarçoveya hiqûqî de jî ez karekî fermî dikim, ez bi awayekî fermî diçim û têm herêma Kurdistanê’."

Silêman Ehmed anî ziman ku li Başûrê Kurdistanê ragihandin di bin zextê de ye û wiha dom kir: “Ragihandina azad, çavê civakê ye. Lê dezgehên çapemeniyê yên li Başûrê Kurdistanê ji berjewediyên partiyan ên teng re xizmetê dikin. Pir kêm e ku dezgehên çapemeniyê behsa civakê, zehmetî û êşên wê bike. Ragihandin li Başûr wisa ketiye bin zextê ku, nahêle rojnamevaniya azad derkeve pêş. Jiyana rojnamevanan di talukeyê de ye, yasayên rojnamevaniyê nayên pêkanîn."

Ehmed hêvî kir ku hikumeta nû ya Başûrê Kurdistanê rojnamevanan biparêze, qanûna parastina rojnamevanan pêk bîne û got: "Xeteriyek li ser rojnamevanan heye ku bandor li demokrasiya  Başûrê Kurdistanê dike."

Silêman Ehmed da zanîn ku ew ê karê xwe yê rojnamevaniyê ji cihê ku lê maye bidomîne û wiha got: “Ezê bi rêgezên ragihandina azad karê xwe bidomînim. Ev xet girêdayî partiyan an jî hêzên siyasî nîn e, girêdayî civakê ye û rêya rast nîşanî wê dide. Di vê oxirê de gelek hevalên me şehîd bûn. Herî dawî Nazim Deştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn. Kes nikare me bêdeng bike."

Ehmed spasiya hemû kesên ku di serbestberdana wî de rol lîstine kir û hêvî kir ku hevalên wî yên din Qehreman Şikrî, Şêrwan Şêrwanî jî di zûtirîn demê de serbest werin berdan.

(şx/a)

ANHA