Antonio Guterres: Divê mafên Kurdan li Sûriye bê parastin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres li Lûtkeya Erebî ya li Bexda peyamek da û destnîşan kir ku divê mafên Kurdan li Sûriyeyê bê dayîn, tevlî karûbarên siyasî bê kirin.

Antonio Guterres: Divê mafên Kurdan li Sûriye bê parastin
17 gulan, 2025   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di kongreyeke rojnamevanî ya li Lûtkeya Erebî ya li Bexdayê de axivî.  Guterres diyar kir ku Kurd beşek ji pêkhateya netewewî ya Sûriyeyê ne û daxwaz kir ku divê weke welatiyeke yê Sûriyeyê nêzîkatî lê bê kirin, di maf û erkan de yeksan bin.

Guterres got: “Kurd li Sûriye piranî ne. Beşeke ji Sûriyeyê ne. Dema borî min li gel hikûmeta Sûriye axivî, bal kişand ser ku divê gelê Kurd weke welatiyên Sûriyeyê bê nîşandan.”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres diyar kir ku divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê tev li avakirina siberoja welat bibin û anî ziman ku rakirina cezayên li ser Sûriyeyê wê pêşketinên girîng di warê siyasî û mirovî de bi xwe re bîne.

Ev daxuyanî yek ji daxuyaniyên herî zelal û berbiçav e ku helwesta Neteweyên Yekbûyî ya ji bo tevlîbûna Kurdan li nava pêngavên li Sûriyeyê bê avêtin e.