Pevçûnên li Helebê; rageşiya ji nişka ve yan lîstika berjewendiyan e??

Bajarê Helebê şahîd kêliyên nû yên aloz e. Di navbera endamên "Ewlekariya Giştî" ya desthilata Şamê û komên ku desthilatê bi "şaneyên DAIŞ’ê" wesif kirine de, li du taxên cuda pevçûn derketin. Ev rageşiya ji nişka ve cihê pirsiyariyê ne, ku gelo em li pêşberî aloziyên nû ne yan jî bûyer tevgerên sîstematîk ên di çarçoveyên fireh de vedişêre?

Pevçûnên li Helebê; rageşiya ji nişka ve yan lîstika berjewendiyan e??
17 gulan, 2025   19:48
HELEB
MIHEMED EBDO

Piştî dengê guleyan demekê winda bû, careke din li bajarê Helebê derket û bi xwe re kuştî û birîdnar anîn.

Di heman wextî de li du taxên cuda yên Helebê pevçûn derketin. Yek li taxa El Cizmatî ya li rojhilatê bajêr, li nêzî rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê bû. Çavkaniyan ku agahiyên xwe dispêrên "Rêveberiya Ewlekariya Giştî" diyar kir ku kesên êriş kirine girêdayî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ne, lê hîna pevçûnên qutqutî hene.

Girêdayî heman mijarê, li taxa El Heyderiyê ya li aliyê bakurê rojhilatê bajêr pevçûnên bi heman rengî derketin. Li gorî agahiyan kuştî û birîndarên her du aliyan hene û navê kuştiyê "Ewlekariya Giştî" ya desthilata Şamê Mihemed Hicazî hat zanîn û kuştiyê din jî nehat zanîn. Li kêlek wê jî Ewlekariya Giştî êrişkarek dîl girt.

Hejmareke çavkaniyan jî daxuyand ku "Ewlekariya Giştî" erebeyek bombebarkirî ku li ser rêya di nava Heleb û Şamê de li nêzî bajarê Seraqib, bi taybet li gundê Til Merdîx ê gundewarê başûrê Idlibê sekinîbû, kontrol kir.

Li gorî bûyerên vê dawiyê yên li bajêr, desthilata Şamê hêzên leşkerî şandin bajarê Helebê û bendên kontrolê ji bo lêgerîn û lêkolînê li têketinên taxên navborî û li nêzî rêya navneteweyî hatin danîn.

Ev bûyer, li ser paşxaneya hevdîtina dawîn a Ehmed El Şeri û Trump a li Siûdiyê pêk hat. Li gorî Sekretera Ragihandinê ya Koşka Spî Caroline Levitt, serokê Donald Trump ji Sûriyeyê xwest ku pênc tiştan bike, weke:

1. Îmzekirina Peymanên Birahîm bi Îsraîlê re.

2. Hemû terorîstên biyanî ji Sûriyeyê werin derxistin.

3. Derxistina terorîstên Filistînî.

4. Alîkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bikin, ku pêşî li vegera çeteyên DAIŞê bigirin.

5. Berpirsiyariya girtîgehên çeteyên DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rake.

Di heman demê de jî çavdêran diyar kir ku ev mijara pevçûnan weke şanoyekê ye ku di leztirîn dem de rewabûna rojavayî ya piştgiriya li dijî çeteyên DAIŞ’ê were wergirtin, dosyeya rakirina cezayan Ewropî were lezkirin, ku ev li pêş têkoşîna dijî terorê û pêkanîna aştiya hundirîn dibe asteng.

Hin çavkaniyên din jî destnîşan kir ku hedefgirtina endamên biyanî yên di nava hêzên desthilata Şamê de, piştî civîna El Şeri û Trump e ku ferman ew yek ji bo hedefgirtina endamên biyanî yên di nava hêzên desthilata Şamê de ye û desthilata dixwaze ji wan xelas bibe ye.

Çavkaniyên din destnîşan kir ku ew êriş li dijî endamên biyanî yên di nav hêzên hikûmeta Şamê de ye, ku desthilat dixwaze piştî wê civînê û di bicîhanîna fermanên Amerîkayê de, ji wan xelas bibe.

(fr)

ANHA