Eşîrên Qamişloyê banga avakirina Sûriyeya demokratîk kir

Şêx û rûspiyên eşîrên Kurd, Ereb û Suryan ên li Qamişlo û gundewarê wê diyar kir ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk ku her kes tê de beşdar bibe û ji bo her kesî be, pêwîstî xebatê heye.

17 gulan, 2025   20:40
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên li Rojhilata Navîn û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîneke berfireh bi eşîrên Ereb, Suryan û Kurd ên bajarê Qamişloyê re, li dar xist.

Di civîna ku li hola Zana li dar ketiye de nûenrên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), rêxistinên jinan û oldar amade bûn.A

Serokmeclîsa êla Tey a Ereb şêx Hesen Ferhan El Ebdurehman û nûnerê giştî yê PYD’ê Kenan Berekat civîn bi rê ve bir.

Berekat bal kişand ser rewşa siyasî û got: "Ji ber destwerdanên hêzên cîhanê di kontrolkirina aqûbeta gelan de rewşa siyasî alzotir bûye. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi alav û şêweyên cudayî Şerên Cîhanê yên Yekemîn û Duyemîn pêk tê. Çavê her kesî li herêmê ye. Gelo çima ev şer li dewletên dîtir çênabin."

Der barê nirxandina rewşa Sûriyeyê de Berekat wiha domand: "Gelo dihat payîn ku  Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) were ser desthilatê? Her kes li bendê bû ku biryara 2254'an a ku ev hawa afirandiye pêk were. Lê xuyaye dewletên destwerdêr hewl didin li gorî berjewendiyên xwe siyasetên xwe deynin."

Berekat diyar kir ku rola Tirkiyeyê ya kevin û ya nû gelekî neyînî ye û tiştên ku îro li Yemenê diqewimin û tasfiyekirina Hizbullah, Hemas û Hûsiyan di çarçoveya hesabê herêmî û navneteweyî de pêk tên.

Berekat her wiha behsa encamên "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" ya ku di 26’ê Nîsanê de li Qamişlo hat lidarxistin, kir û wiha pê de çû: "Kurdan li ser bername û sîstemeke yekgirtî li hev kirin ku wê bi rayedarên Şamê re were pêşkêşkirin û gotûbêjkirin.Di konferansê de qet behsa dabeşkirin û cudaxwaziyê nehat kirin, lê ji bo cîbicîkirina mafên gelê Kurd di çarçoveya destûra Sûriyê de ev konferasn hat lidarxistin."

Berekat got: "Eger ne ji berxwedana lehengane ya Bendava Tişrînê bûya, wê çeteyan Kobanê, Tebqa û Reqa xistibûna çemberê. Ev berxwedan piştî 3 mehan bi serkeftinê tacîdar bû."

Serokmeclisê êla Tey şêx Hesen Ferhan Ebdurehman jî got: "Rakirina sizayan li ser Sûriyeyê gaveke erênî ye."

El Ebdurehman diyar kir ku eşîr piştgiriyê didin peymana di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de.

Paşê beşdaran nêrînên xwe parve kirin û diyar kir ku divê ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk ku tê de her kes bedşar bibe û ji bo her kesî be xebat were kirin.

(aq/fr)