Îsraîlê Xeza bombebaran kir: 15 kes hatin kuştin

Di du êrişên Îsraîlê yên li Xezayê de 15 filistînî hatin kuştin. Li Xezayê rewşa mirovî xerabtir dibe.

Îsraîlê Xeza bombebaran kir: 15 kes hatin kuştin
22 tîrmeh, 2025   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Parastina Sivîl a Xezayê vê sibehê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî konên koçberên li kampa El Şati ya li rojavayê Xezayê de, 15 kes ku bi piranî jin û zarok bûn, hatin kuştin.

Berdevkê saziyê Mehmûd Besel da zanîn ku di encama bombebarana Îsraîlê de 13 kes hatin kuştin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn û yên birîndar jî rakirin nexweşxaneya El Şîfa. Besel aşkera kir ku di êrişeke din a li dijî malekê ya li herêma El Heker a li Dêr El Beleh a Xezayê de, 2 kesên din hatin kuştin.

Girêdayî mijarê, gerînendeyê Nexweşxaneya El Meimedanî Fedil Neîm bal kişand ser rewşa mirovî ya karesatî di beşa tenduristiyê de û diyar kir ku tîmên tenduristiyê birçî dimînin, bê xew û bê vehes xebata rizgarkirina birîndaran dikin.

Ji êrişa Hemasê ya li başûrê Îsraîlê de ku di 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan de dest pê kir, hezar û 219 kes ji Îsraîlê hatine kuştin, 251 hatine revandin û hîna 49 ji wan girtî ne.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê a Filistînê, Îsraîlê bi êrişeke leşkerî ya berfireh bersiv da êrişa Hemasê, di encamê de 59 hezar û 29 filistînî ku piraniya wan sivîl in, hatine kuştin. Ev hejmarên wezaretê li gorî NYˊyê hejmarên pêbawer in.

(fr)