Li Helebê du zarokên Kobanî hatin revandin

Komên çekdar li bajarê Helebê 2 zarokên Kurd revandin. Ji bo berdana wan jî fidiye ji malbata wan dixwazin.

Li Helebê du zarokên Kobanî hatin revandin
14 hezîran, 2026   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

9‘ê Hezîaranê komeke çekdar zarokên bi navên Elî Yasir Germiş (16) û birayê wî Abdullah Yasir Germiş (9) li çerxerêya Mewt a bajarê Helebê revandin. Malbata Germiş bi esilê xwe ji Kobanê ye, lê li taxa Şêxmeqsûdê bi cih bûye.

Li gorî agahiyan, malbata ji dayik û herdu zarokên wê (Elî û Ebdullah) xaltîk û dapîra herdu zarokan pêk dihat hatibûn revandin. Piştre dayik, xaltîk û dapîr hatin berdan, lê her du zarok ber bi cihekî ne diyar ve hatin ragirtin û aqûbeta wan nayê zanîn.

Çavkaniyên nêzî malbatê diyar kir ku kesên zarok revandine qeydên deng ên hawara zarokan û îşkenceya ku li wan tê kirin ji malbatên wan re şandine. Ji bo berdana wan jî hezar dolarî wekî fidiye dixwazin.

Malbata her du zarokan bang li aliyên têkildar û rêxistinên hiqûqî û mirovahî kir ku tavilê destwerdanê bikin da ku aqûbeta zarokan were aşkerakirin, ji bo berdana wan jî bixebitin û hesab jî sûcdaran bipirsin.

(bb)