Amerîka û Siûdiyê mezintirîn girêbesta çekan îmze kir

Bi gaveke ku di aliyê hevkariya leşkerî de ya herî mezintir e, Amerîka û Erebistana Siûdî ragihand ku wan girêbesteke dîrokî ya çekan bi 142 milyar dolar îmze kir û bi girêbesta " herî mezin di dîrokê de" hat wesifkirin.

 Amerîka û Siûdiyê mezintirîn girêbesta çekan îmze kir
13 gulan, 2025   20:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Koşka Spî ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Erebistana Siûdî mezintirîn girêbesta çekan di dîrokê de îmze kir.

Koşka Spî diyar kir ku girêbesta hatiye îmzekirin bi nirxa 142 milyar dolar e û bi "mezintirîn girêbesta di dîrokê de" wesif kir, her wiha anî ziman ku ev girêbest ji bo dayîna alavên şer ên pêşketî ji Erebistana Siûdî re ye.

Reuters’ê li ser zimanê du çavkaniyan diyar kir ku Riyad û Washingtonê li ser gengaziya kirîna Siûdî ji balafirên şer ên F-16 nîqaş kir.

Welî Ehdê Siûdiyê Mihemed Bin Selman û serokê Amerîkayê Donald Trump belgeya hevkariya aborî ya strarejîk îmze kir.

(mh/fr)