Letîf Reşîd piştgirî da biryara PKK’ê

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd ragihand ku ew piştgiriyê didin biryara Kongreya 12’an a fesixkirina PKK’ê û bidawîkirina çalakiyên çekdarî.

Letîf Reşîd piştgirî da biryara PKK’ê
13 gulan, 2025   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews’ê, serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd têkildarî biryara Kongreya 12’an a PKK’ê peyamek da.

Serokkomar Letîf Reşîd ragihand ku ew piştgiriyê didin biryara Kongreya 12’an a PKK’ê ku bidawîkirina şer û rêya aştî û demokrasiyê hilbijartî ye.

Letîf di peyama xwe de destnîşan kir ku ji bo mîsogerkirina ewlehî, aramiya herêmê, vekirina rûpeleke nû ya ji bo diyaloga rasteqîn, xuliqkar; danîna bingeke guncav a ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde û domdar, bidawîkirina şer, trajediyên bi dehê salan, êş û destpêkirina qonaxeke nû ya siyasî, dîplomasî û parlementoyê gaveke erênî ye.

Serokkomarê Iraqê da xuyakirin ku yekane rêya çareseriya pirsgirêk û nakokiyan maseyê diyalogê ye û got, “Em piştgiriya hemû hewldanên aştiyê, rawestandina şer, jiyana bi hev re û xurtkirina demokrasiyê û garantîkirina mafê mirovan dikin.”