Li Siwêdayê daxwazên pêkanîna rêveberiya xweser û vekirina korîdorên mirovî hatin kirin

Çalakgerên qada siyasî û endamên Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê bangek lezgîn ji Urdin û civata navneteweyî re kir, ku korîdorên mirovî yên lezgîn ji bo dabînkirina pêdiviyên bajêr vekin.

Li Siwêdayê daxwazên pêkanîna rêveberiya xweser û vekirina korîdorên mirovî hatin kirin
Li Siwêdayê daxwazên pêkanîna rêveberiya xweser û vekirina korîdorên mirovî hatin kirin
Li Siwêdayê daxwazên pêkanîna rêveberiya xweser û vekirina korîdorên mirovî hatin kirin
Li Siwêdayê daxwazên pêkanîna rêveberiya xweser û vekirina korîdorên mirovî hatin kirin
Li Siwêdayê daxwazên pêkanîna rêveberiya xweser û vekirina korîdorên mirovî hatin kirin
13 gulan, 2025   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Digel rageşiya li bajarê Siwêdayê, çalakgerên qada siyasî û endamên Meclisa Leşkerî ya Siwêdana bangek lezgîn ji Urdin û civata navneteweyî kir, ku korîdoreke mirovî ji bo peydakirina pêdiviyên bajêr vekin. Ew yek piştî rêzeêrişên li dijî sivîlan pêk hat.

Di vê çarçoveyê de endamên Meclîsa Leşkerî ya Swêdayê Wail Nadir û Emîr Herb got: "Hikumeta Sûriyeyê nûnertiya tevahî pêkhateyên gel nake, lê tenê temsîla xwe dike." Her du endaman diyar kir ku pêwîstî bi destwerdana dewletên garantor heye ku Siwêda veguhere rêveberiyeke xweser a federal, da ku bikaribe şêniyên xwe ji gefan biparêze.

Çalakger Ehlam Ebû Turabî jî diyar kir ku parastina navneteweyî mafekî rewa yê gelê Swêdayê ye û got: "Destê desthilata Şamê di bûyerên dawîn ên li Eşrefiya Sehnaya, Cereman û Siwêdayê, beriya wê jî li perava Sûriyeyê de heye."

Ehlam hişyarî da ku projeyek tundrawî heye ku armanc dike komkujiyên mezhebî yên sîstematîk bînin û bang li civata navneteweyî kir ku bi berpirsiyariyên xwe rabe.

Di heman demê de, ev du roj e bajarê Siwêdayê bê elektirîk e, vê jî rageşiya şêniyan zêde kir, xizmetguzarî weke nexweşxane û dibistan asteng kirin. Çalakgeran di xwepêşandanan de pankartên "Çapemeniya fermî ya Sûriyeyê derewan dike, tenê hikumetê temsîl dike û rastiya li perav û başûr aşkera nake" bilind kirin.

Çalakgeran her wiha bang li "cîhana azad" kir ku bi lez bersivê bidin êşên Siwêdayê û diyar kir ku  "Siwêda ji her demê bêhtir îro banga li we dike."

(aq/fr)