Jin bi serdanan çalakiyên 8’ê Adarê didomînin

Di çarçoveya çalakiyên pîrozbahiya 8'ê Adarê de, şandeyeke Kongra Star a bajarên Hesekê û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê serdana saziyên jinên dikin.

4 adar, 2025   18:21
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên roja jinan a cîhanê (8'ê Adarê) yên bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve) de, Kongra Star a bajarên Hesekê û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê serdana sazî û meclisên sivîl û leşkerî kirin. Bi heman boneyê jî Hevbendiya NADA li bajarê Reqayê daxuyaniyek da.

Li bajarê Hesekê endamên Kongra Star bi cilûbergên xwe yên folklorî serdana Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Meclisa Bajarê Hesekê, Tevgera Hîlala Zêrîn, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Peymangeha Bilind a Huneran kir.

Di serdanan de endamên Kongra Star jinên ku di saziyan de kar dikin xelat kirin, berxwedana jinên azad û rola wan di parastina herêmê de silav kir.

Der barê wê de, endama Kongra Star Hediye Ehmed bi rêya ajansa me 8'ê Adarê li tevahî jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên ku li beneava Tişrînê û pira Qereqozaqê berxwedaneke bêhempa didin meşandin, pîroz kir.

Hediye Ehmed bang li tevahî jinan kir ku di çalakiyên 8'ê Adarê de beşdar bin, mafên xwe biparêzin û rola xwe di civakê de xurt bikin.

Li bajarê Dirbêsiyê şandeyeke Kongra Star bi cilûbergên gelêrî serdana Meclisa Bajarê Dirbêsiyê, Şaredariya Gel, Navenda Hêzêb Ewlekariya Hundirîn - Jin û saziyên din ên bajêr, kir.

Di serdanan de şandeyê gul pêşkêşî jinên karmend di saziyan de kir û girîngî da xurtkirina rola jinan di hemû qadan de û şopandina "Jin Jiyan Azadî" ji bo misogerkirina mafên jinan.

REQA

Di heman çarçoveyê de li parka şehîd Kerem a kantona Reqayê jî bi navê Hevbendiya NADA daxuyaniyek hat xwendin. Di parkê de bi dehan jinên bajarê Reqayê û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Daxuyanî ji aliyê rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya Buşra Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal li ser jinên Xezayê yên ku ji ber şer û wêraniyê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve rastî gelek sûc û êşkenceyan hatin, hat kişandin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jinên Sûdanê jî ji ber birçîbûn û koçberbûna bi darê zorê ya ji ber rewşa şer gelek zehmetiyan dikişînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka krîza Sûriyeyê ve zêdetirî 29 hezar jin hatine kuştin û cezayên li dijî aktîvîstên jin ên li Îranê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çareseriya pirsgirêkên jinan bi rêya xurtkirina hevkariya di navbera jinan de û domandina têkoşînê li dijî pergalên baviksalar pêk tê û girîngî bi parastina tecrûbeya jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku wekî nimûneyeke demokrasî û wekheviyê ye, hat dayîn.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevgera jinan a cîhanê hat kirin ku piştgiriya ji jinên herêmên şer re xurt bikin û bi hemleyan di civînên navneteweyî de piştgirî ji bo wan were dayîn.

(mh)

ANHA

HESEKÊ

Dirbêsiyê