Dewleta Tirk li Efrînê sûcên şer dike

Şêniyên Efrîn û Şehba, xwendekarên dibistana kampa Serdem li kampa Serdem û li navçeya Fafînê qetilkirina zarokê bi navê  Ehmed Xalid Mamo ji hêla Yamin Ehmed Îbrahîm ê ji gundewarê Idlibê bi meşekê şermezar kir.

Dewleta Tirk li Efrînê sûcên şer dike
Dewleta Tirk li Efrînê sûcên şer dike
Dewleta Tirk li Efrînê sûcên şer dike
Dewleta Tirk li Efrînê sûcên şer dike
Dewleta Tirk li Efrînê sûcên şer dike
Dewleta Tirk li Efrînê sûcên şer dike
Dewleta Tirk li Efrînê sûcên şer dike
Dewleta Tirk li Efrînê sûcên şer dike
Dewleta Tirk li Efrînê sûcên şer dike
Dewleta Tirk li Efrînê sûcên şer dike
Dewleta Tirk li Efrînê sûcên şer dike
14 adar 2024   19:25
ŞEHBA

Şêniyên Efrînê û Şehbayê, xwendekarên dibistana kampa Serdem ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî meşek li dar xist.

Piştî meşê daxuyaniyek ji hêla xwendekarên dibistana kampê ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de sûcên ku di hundir Efrînê de tên kirin bi tundî hatin şermezarkirin. Her wiha bang li rêxistina mafên microvan hat kirin ku pêşiya van sûcan bigirin.

Li Navçeya Fafînê jî ji hêla şêniyên Cindirêsê ve meşek hate lidarxistin. Di meşê de li ser navê gelê Efrînê bi taybet gelê Cindirêsê Mihemed Elo daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî xelkê Efrînê dewam dikin. Divê li hember van sûcan bê deng nemînin û rêxistinên mafên microvan wan sûcan bi dawî bikin.

 Di meşê de hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Beyrem axivî û wiha got: “Ev kiryar ne ya yekem e. Dewleta Tirk a dagirker van kiryaran her tim dike. Divê rêxistinên mafên mirovan ji dewleta Tirk hesab bixwaz in.”