Li Pakistanê di êrişekê de 4 zarok hatin kuştin

Li başûrê rojavayê Pakistanê wesayîteke bombebarkirî bi otobuseke dibistanê de teqiya û di encamê de 4 zarok hatin kuştin û 38 zarok jî birîndar bûn.

Li Pakistanê di êrişekê de 4 zarok hatin kuştin
21 gulan, 2025   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên pakistanî diyar kir ku otombîleke bombekirî li başûrê rojavayê Pakistanê bi otobuseke dibistanê de teqiya û di encamê de 4 zarok hatin kuştin û 38 kesên din jî birîndar bûn.

Polîsên Pakistanê ragihand ku êriş li navçeya Xozdar a parêzgeha Belûçistanê, dema ku otobusê zarok dibirin dibistaneke bajêr, qewimî.

Heta niha tu aliyan berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe, lê guman diçe ser "Belûçiyên Nîjadperest" ku gelek caran êriş li dijî hêzên ewlekarî û sivîlan li deverê pêk anîne.