Alîkarî li 350 malbatên koçber tê belavkirin

Îro bi hevkariya Heyva Sor a Kurd alîkariyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine li 350 malbatên koçber ên li taxa Xerbî ya Qamişloyê bi cih bûne, tê belavkirin.

Alîkarî li 350 malbatên koçber tê belavkirin
Alîkarî li 350 malbatên koçber tê belavkirin
Alîkarî li 350 malbatên koçber tê belavkirin
Alîkarî li 350 malbatên koçber tê belavkirin
Alîkarî li 350 malbatên koçber tê belavkirin
Alîkarî li 350 malbatên koçber tê belavkirin
Alîkarî li 350 malbatên koçber tê belavkirin
7 sibat, 2026   14:16
QAMIŞLO

Ji 20’ê Çileyê ve gelek sazî û dezgehên mirovî alîkariyê ji koçber û gelê Rojava re dişînin. Rêxistinên ku heta niha alîkarî şandine ev in; Rêxistinên heta niha alîkarî gihandine Rojava ev in: Rêxistina Acted a Fransî, Rêxistina Navneteweyî ya CARE (Cooperative for Assistance and Relief Everywhere), Rêxistina Blumont ku navnetewî ye û li Sûriyeyê kar dike, Rêxistina Solidarit International a Fransî, Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî, Rêxistina Bihar, Rêxistina My Fram, Neteweyên Yekbûyî, Semî, Bijîşkên Bêsînor, Rêxistina Rojava, Rêxistina Awat, Rêxistina Hana û Rêxistina Rabîtat ên Başûrê Kurdistanê, Rêxistina Parastina Zarokan a Başûrê Kurdistanê, Kompaniya Rcell, Kompaniya Mîdîko ya Almanyayê, Gundê Aştiyê yê Almanyayê,  Heyva Sor a Kurd, Rêxistina Xurekê ya Cîhanê, Yekitiya Bijîşkên Kurd a li Almanyayê, Heyva Sor a Kurdistanî ya li Ewropayê, kanalên TV’yê yên Başûrê Kurdistanê, Tevgera Helwest a Nîştimanî ya Kurdistanê û însiyatîfên şexsî.

Ev alîkarî li Parka Azadî û Navenda Heyva Sor a Kurd ên li bajarê Qamişloyê û depoyên Heyva Sor a Kurd li Amûdê tên komkirin. Bi rêya Heyva Sor a Kurd û Meclîsa Koçberan a Efrîn-Şehbayê tên parvekirin.

Piştî çeteyên dewleta Tirk û hikumeta demkî di 6’ê Çileyê de êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin û piştî wê êriş li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam kirin, bi hezaran koçberên Efrînî yên li Reqa û Tebqa berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Li gorî agahiyên herî dawî hêjmara koçberan gihiştiye 175 hezar kes.

Koçber li bajarên Rojava Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Dirbêsiyê, Rimêlan, Girgê Legê, Çilaxa, Kobanê û Dêrikê bicih bûne. Hêjmara herî mezin li bajarê Qamişloyê bicih bûne. Li Cizîrê 123 dibistan, akademî, mizgeftan bicih bûne. Heyva Sor û Meclîs alîkariyan ji navendên komkirin dişînin bajaran.

Rojane alîkarî tên parvekirin.

Ji ber ku alîkarî piranî gihaştine dibistan û navendan, niha li koçberên di malan de bi cih bûne tên belavkirin. Îro jî bi hevkariya Heyva Sor a Kurd û Meclisa Koçberên Efrîn-Şehbayê alîkariyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine li gel tên belavkirin. Îro li stadyuma ya li ser rêya Hîzam alîkarî tê parvekirin. Koçberên li taxa Xerbî kartekî ji komînan digirin û alîkariyê werdigirin.

Alîkariyên tên belavkirin pêwîstiyên jin û zarokan û xurek in. Îro alîkarî li 350 malbatan tê belavkirin.

(bî)

ANHA