Jinên Kobanî ji bo parastina destkeftiyên şoreşê meşiyan

Bi sedan jinên Kobanî ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava meşiyan.

7 sibat, 2026   14:20
KOBANÊ

Bi sedan jinên bajarê Kobanê ya dorpêçkirî ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava meşek bi dirûşma "Bi îradeya jina berxwedêr, em ê şoreşê û hebûna xwe biparêzin" li dar xist.

Meş ji qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de alên Kongra Star û ên Kesk, Sor û Zer hatin hildan. Dirûşmên "Jin Jiyan Azadî","Berxwedan jiyan e" û "Bijî berxwedana Rojava" jî hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîd Egîd sekinî û deqeyek rêzgir hat girtin. Piştre endama Koordînasyona Kongra Star a Kanton Firatê Xunav Xelîl axivî û wiha got: "Em ê bi îradeya jina berxwedêr, destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin. Jina li hember dagirkerî û komplogeran li ber xwe da û ji cîhanê re îsbat kir jin xwedî hêz e û dikare cîhanê bihejîne. "

Xûnav Xelîl qutkirina keziya şervana YPJ’ê ji aliyê çeteyekî ve şermezar kir û got: "Bi milyonan kezî hene. Jinan bi keziyên xwe şoreş dest pê kir û heta niha bi keziyên xwe li ber xwe didin. Em ê li ber xwe bidin û destkeftiyên şoreşa Rojava û hebûna jinan biparêzin."

Meş bi dirûşmên "Berxwedan jiyan e" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.

(sş/bb)

ANHA