Li Hemayê li dijî bihabûna elektrîkê çalakî 

Şêniyên bajarê Selemiyê yê Hemayê li dijî biryara bihabûna elektrîkê çalakî li dar xist û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Li Hemayê li dijî bihabûna elektrîkê çalakî 
Li Hemayê li dijî bihabûna elektrîkê çalakî 
Li Hemayê li dijî bihabûna elektrîkê çalakî 
7 sibat, 2026   14:11
NAVENDANÛÇEYAN

Li bajarê Selemiyê yê girêdayî Hemayê gel çalakî bi rêxistin kir. Şêniyan di çalakiyê de pankartên “Em li ber findê ne, hûn li ber lembê ne” rakirin.

Li gorî agahiyên beşdarên çalakiyê dane, elektrîk tenê çend saet û dem bi dem berdidin û fatûreyên elektrîkê gelekî biha ne. Her wiha gotin ev pirsgirêk nayê şopandin û di aliyê aborî de barê wan giran dike.

Beşdarên çalakiyê daxwaz kir ku sîstema fatûreyan di ber çavan re were derbaskirin û ev pirsgirêk were çareserkirin.

Her wiha li bajarê Şamê jî gel ji ber bihabûna elektrîkê li pêşiya avahiya Wezareta Enerjiyê çalakî kiribûn û anîbû ziman ku fatûreyên elektrîkê gelekî giran in û ew nikarin wan bidin.