AKP’ê dîsa dest bi hîleyan kir

AKP’ê ji bo hilbijartinan dîsa dest bi hîleyan kir. 320 hilbijêr xistin avahiya emniyetê.

AKP’ê dîsa dest bi hîleyan kir
17 ÇILE, 2024   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeyê xurt e û teqez wê bi ser bikeve.

 Piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê 320 hilbijêr li navçeyê hatin bicihkirin. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li cihê bicihbûnê ya bi hejmara 14’an a Cadeya Gunduz a Taxa Hacilar ku 3 hilbijêr lê hebûn, hejmara hilbijêran derket 257’an. Dîsa li cihê niştecihiyê ya bi hejmara 13’an a Cadeya Nexweşxaneyê ya Taxa Hacilar berê 1 hilbijêr qeyidkirîbû, lê ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê tê dîtin ku hejmara hilbijêran bûye 63’an. Tê diyarkirin ku cihê destpêkê yê bi cihbûnê li avahiya Midûriyeta Emniyetê ya Qereçobanê ye. Rêxistina Dem Partiyê ya Qereçobanê li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz kir.

DEM PARTIYÊ ÎTÎRAZ KIR

Di daxwaznameya îtîrazê ya Dem Partiyê de hat diyarkirin ku ne pêkan e ku li avahiyekê ev qas hilbijêr hebin û midûriyeta emniyetê ya navçeyê weke cihê bicihbûnê bê qebûlkirin.