15 sazî: Parastina mafê jiyanê bersiva herî guncew li hember êrişan e

Nûnerên yekitî, komele, rêxistinê û desteyên rewşenbîrî, wêjeyî, civakî û olî yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Ermen, êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kirin parastina jiyanê bersiva herî guncew a êrişan e.

15 sazî: Parastina mafê jiyanê bersiva herî guncew li hember êrişan e
15 sazî: Parastina mafê jiyanê bersiva herî guncew li hember êrişan e
17 ÇILE, 2024   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerên 15 sazî, yekitî, komele û malbendên rewşenbîrî, civakî, wêjeyî, olî yên Kurd, Ereb, Asûr, Suryan û Ermen li parka Xwendinê ya li Qamişlo û Hesekê daxuyaniyeke hevbeş dan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya herêma BAkur û Rojhjilatê Sûriyeyê şermezar kirin. 

Daxuyaniya li Qamişloyê ji aliyê endama Rêveberiya Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Sîba Hisên ve hate xwendin. Nûnerên yekitî, komele, malbend û desteyên rewşenbîrî, civakî, olî tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Li Hesekê jî, hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Mihemed Taha Qasim daxuyaniî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk bi rajorkirineke terorî ya nû û weke pêkanîna gefên xwe yên berdewam li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hêzên leşkerî yên dewleta Tirk bi binpêkirinên metirsîdar rabû, avahiyên aborî  yên jîndar topbaran kirin,  şêniyên ewle bizdandin. Ev karê newêrekan e û siyaseteke kîndar dijî destkeftî û pêkanînên pêkhateyên bakur û rojhilatê sûriyê ye, ku bi têkoşîna ji bo azadî û aştiyê di salên zor û zehmet de bi dest xistine.

Dema ku dewleta Tirk bi balafir, top û dironan bi kar tîne, ew ji lawazbûnê û ji kîna dîrokî ye, hem jî giroveya hovitiya sîstema wê ya faşist e ku li dijî gelên aştîxwaz û azadîxwaz e

Domandina dijîtiya wê domandina rêbaza toranî ye ku dewleta Tirk li ser azarên gelên resen (Kurd, Ermen, Suryan û Ereb) hatiye avakirin û dewleteke dagêrker e, rejîmeke şerxwaz e, terora  dewletê ya bi rêkûpêk bi kar tîne, hemû dozên ewlehî û aştiyê li bin guhên dîwaran dide, gunehbariyên cengê li dijî mirovahiyê dike, şerê mirov bi gepa nên û ewlehî û hedana wî dike.

Em dizanin ku dewleta Tirk  dijminahiya me dike û berdewam saziyên aborî  yên binesazî (navendên kehrebeyê, bîrên petrol û gazê) bombebaran dike,  da ku binçîneyên jiyanê  hilweşîne û şêniyan neçarî revê bike, herêmê vala bike, hem jî hewl dide ku endamên rêxistina DAIŞ`ê û yên weke wê vegerîne herêmê, da ku pê li destkeftiyên şoreşê bide, aştiyê di bin gefê de bihêle û temenê qeyrana Sûriyê dirêj bike.

Lê Tirkiye dê di hemû hewildanên xwe de têk biçe, ji ber ku yekitiya me û hevgirtina me, aştîxwaziya me û yekdestiya civakî, hem jî berevaniya me di ber mafê jiyanê de, dê bersivdayina guncaw ji hemû êrîşên re be.

Em weke nûnerên yekitî, komel, malbend û desteyên çandî, wêjeyî, civakî û olî yên kurd, ereb, siryan û ermen, ji hemû olên misilman, xiristiyan, êzîdî û zeradeştî, êrîşên dewleta Tirk yên terorî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tawanbar û şermezar dikin û em bang li rêxistinên mirovahî  û desteyên navneteweyî dikin ku van êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin, hem jî em ji hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya dixwazin ku cirnexweşiya leşkerî ya dewleta Tirk  gem bikin û der barê  gunehbariyên wê yên terorî de hesabê jê bipirsin.

Em soza xwe ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê re nû dikin ku em ê yek rêz bin li dijî têkurkên Tirkiye û siyasetên wê yên faşîst, em ê berdewam bikin ta herêmên ku dewleta Tirk û nandozên  xwe dagir kirine rêzgar bikin.

Hem jî em Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji bîr nakin û em rê nadin dewleta Tirk ku zora vîna me bibe, em ê di rêyên azadiyê de berdewam bin her çiqasî  ew giranbuha be.

Saziyên daxuyanî îmze kirine: 

-Desteya Çandê li Herêma Cizîrê

-Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê

-Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê

-Mala Êzîdiyan

-Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê

-Encûmena Civakî ya Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê

-Yekitiya Jina Ermenî

-Yekitiya Wênekêşên fotografî ya Sûrî

-Tevgera Mezobotamiya ya Çand û Hunerê (Tev-Çand)

-Yekitiya Hunermendan

-Komeleya Çandê ya Siryanî

-Girûpa Skêtşa Şanoyî ya hunerên pêrabûnê

-Melbenda Çandê ya Sûrî

-Mala Çandewerî

-Encûmena Gel û Olan li Herêma Cizîrê