Akademiya Şehîd Ferhad Şiblî tê vekirin

Di salvegera duyemîn a şehadeta Ferhad Şiblî (Ferhad Dêrik) de, wê Rêveberiya Xweser akademiya li ser navê wî ku par (2023) dest bi çêkirina wê hatibû kirin, vebike. Di salvegera yekemîn de jî li ser navê Ş. Ferhad Akademiya Hêzên Ewlekariyê hatibû vekirin.

Akademiya Şehîd Ferhad Şiblî tê vekirin
Akademiya Şehîd Ferhad Şiblî tê vekirin
17 hezîran 2024   03:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkoşer û fermandar Ferhad Şiblî ku ji pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çûbû Başûrê Kurdistanê, 17’ê Hezîrana 2022’yan di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li herêma Kelar a Silêmaniyê şehîd bibû.

Ferhad Şiblî ku di şoreşa 19’yê Tîrmehê de rolek girîng lîstibû û ji Efrîn heta Dêrikê xebatên siyasî, civakî dabûn meşandin, herî dawiyê wekî şêwirmend û cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erk girtibû.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di salvegera yekemîn a şehadeta Ferhad Şiblî de, li bajarê Reqayê temelê avakirina akademiya pewredeyê ku dê navê wî bê lêkirin, danîbû.

PIŞTÎ CEJNÊ DÊ WERE VEKIRIN

Li gorî rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, avahiya akademiyê temam bûye û tê plankirin ku piştî cejnê bê vekirin. Li gel vekirinê jî, dê dewreyek perwerdeyê were destpêkirin. Di dewreyê de wê dersên li ser sîstema xweseriya demokratîk werin dayîn.

AKADEMIYA DUYEMÎN

Di salvegera yekemîn a şehadeta Ferhad Şiblî de (2023) Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi navî Şehîd Ferhad Dêrik akademiyek ava vekiribû. Li vê akademiyê heta niha bi sedan kes hatine perwerdekirin. Şargirtên ji vir derdikevin, dibin belavkarên fikra azadiyê, jiyanîkirina hêviyên şehîdan û pêkanînerên parastina nirxan.

TÊKOŞER FERHAD ŞIBLÎ

Hisên Şiblî anku Ferhad Şiblî (Ferhad Dêrik) 1’ê Çileya 1977’an li gundê Qidirêk ê Dêrikê ya kantona Cizîrê ji dayik bûye. Ferhad Şiblî di nava malbateke welatparêz a xwedî têkoşîneke siyasî û civakî de mezin dibe. Malbata şehîd Ferhad Şiblî ji 3 xwişk û 3 birayan pêk tê. Ferhad ji nav xwişk û birayên xwe yên herî mezin e. Dema ku 6 salî bû, malbata wî li Dêrikê bicîh dibe û xwendina seretayî û navîn li dibistanên bajar diqedîne. Şehîd Ferhad li dibistan û taxa ku lê dijî, bi aramî û dîsiplîna xwe tê naskirin.

Dayika Ferhad û pismamên wî Şiblî Ebdulezîz (Ferhad), Elî Ebdulezîz (Ferhad) û xalên wî Îsmaîl û Ceger ku di destpêka salên 1990’î de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kirine, malbatê li ser bîrdoziya tevgerê perwerde dikin. Vê yekê rê li ber zarokên malbatê vekir ku tev li têkoşîna şoreşgerî ya ji bo doza Kurd bibin. Malbata Şiblî di oxira têkoşîna azadiyê de gelek şehîd dane. Apê şehîd Ferhad Şiblî, Elî Ebdulezîz Şiblî (Ferhad) sala 1998’an li Erziromê şehîd bûye. Dotmama wî Zozan (Şehnaz Seîd Şiblî) sala 2006’an li qada Xinêrê ya Herêmên Parastina Medya (Başûrê Kurdistanê) şehîd bûye. Birayê wî Muhsin (Asim Hacî Şiblî) 8’ê Çileya 2015’an li Şengalê şehîd bûye. Pismamê wî yê şervanê YPG’ê Elî Mihemed Şiblî (Ferhad) 22’yê Cotmeha 2014’an di berxwedana li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ’ê de li herêma Mebrûkayê ya Serêkaniyê şehîd bûye.

Ferhad Şiblî li ser şopa van şehîdan, navê pismanê xwe Ferhad (Şiblî Ebdulezîz Şiblî) yê sala 1993’yan li herêma Omerlî/Korka ya Metînayê şehîd bûye, radike. Di sala 1993’yan de dest bi têkoşîna azadiyê dike. Di vê çarçoveyê de li deverên cuda yên Sûriyeyê, bi taybetî li Efrîn û Helebê xebata siyasî dimeşîne û di birêxistinkirina civakê de kedê dide. Ferhad Şiblî di sala 1997’an de perwerdeya bîrdozî li cem Rêber Abdullah Ocalan dibîne. Piştre berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, li herêmên wekî Garê û Qendîlê têkoşîna çekdarî dimeşîne. Di dawiya 1997’an de di şer de birîndar dibe û ji lingekî xwe dide. Ji bo tedawiyê diçe Silêmaniyê, piştre jî demekê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dimîne.

Ferhad Şiblî sala 2000’î vedigere Rojavayê Kurdistanê. Li deverên kantona Cizîrê xebatên siyasî, civakî û rêxistinî dimeşîne. Di sala 2003’yan de ji aliyê îstîxbarata hikumeta Şamê ve tê girtin û piştî çend mehan serbest tê berdan. Piştre cihê xwe di nava Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku sala 2003’yan hate damezirandin de digire. Heta sala 2006’an li Efrîn û Helebê têkoşîna rêxistinî dimeşîne. Sala 2007’an li kantona Cizîrê, xebatên siyasî û rêxistinî yên PYD’ê bi rê ve dibe.

Bi destpêka serhildana gelên Sûriyeyê ya sala 2011’an re, şehîd Ferhad Şiblî tevahî îmkanên xwe xistin xizmeta birêxistinkirina gel. Ferhad Şiblî yek ji damezirînerên Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê ye ku di sala 2011’an de li Girkê Legê yê kantona Cizîrê hat avakirin. Piştre careke din berê xwe dide Efrîn û Helebê û di avakirina komîn, meclis û saziyan de rolek girîng dilîze. Piştre li Kobanê, Girê Spî û Minbicê jî heman xebatan dimeşîne.

Ferhad Şiblî di qada rêxistinî de xwedî ezmûn bû, li herêmên ku nû dihatin rizgarkirin ên wekî Efrîn, Girê Spî, Minbic û Reqayê xebatên birêxistinkirina gel dimeşandin. Ji ber lêhûrbûna wî ya xurt a di aliyê bîrdozî û felsefîk de, wek şêwirmend û cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erkdar bû.

(bb)

ANHA