Çareseriyeke li dijî çolbûyînê; pergalên nûjen ên avdanê

Xerckirina zêde ya avê ji bo çandiniyê yek ji sedemên sereke yên çolbûyîn û zuhabûnê ye. Di demên dawîn de pergaleke nû ya avdanê derket ku avê zêde xerc nake û berhemdariyê zêde dike.

17 hezîran 2024   06:05
QAMIŞLO
EHMED SEMIR

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bi axa xwe ya baş û pirbûna jêderên avê dihat nasîn. Lê guhertina avhewayê, zuhabûna domdar, şer, rêvebirina şaş a ji bo jêderên avê, bandoreke xirab li qada çandiniyê kir ku rê li ber çolbûyînê vedike.

Li herêmê gelek cotkar rêbazên kevn ên avdanê bi kar tînin ku di encamê de av kêm bûye, qadên mezin ên çandiniyê ji ber çolbûyîn û zuhabûna axê ji xizmetê derketin.

Bi armanca pêşxistina çandiniyê û rêvebirina avê bi awayekî baş, hejmarek cotkarên herêmê serî li rêbazên pêşketî yên avdanê dane. Yek ji wan cotkaran Mihemed Seîd Îsmaîl e ku li şûna sotemeniyê enerjiya rojê ji bo avdana zeviyên çandiniyê bi kar tîne.

Mihemed Seîd Îsmaîl ê ji 20 salan ve di çandiniyê de dixebite 600 donim zeviyên wî li gundê Senceqa Sadûn ê bajarê Amûdê hene. ku.

Îsmaîl bi rêya enerjiya tavê zeviyên xwe yên çandiniyê av dide der barê mijarê de da zanîn ku gelek cotkar rêbaza nûjen a avdaniya avhavêj (rêbaza pijiqandina avê) bi kar tînin.

Îsmaîl diyar kir ku ji bo parastina ava binerd, nexerckirina sotemeniyê û ji bo parastina jîngehê  avadaniya avhavêj ji rêbazên kevn guncawtir e û got: “Aliyên pêwendîdar ên li herêmê dikarin planên stratejîk ên nû yên çandiniyê pêk bînin. Her wiha dikarin piştgiriya sektora çandiyê bikin, pereyan bi deyn bidin cotkaran da ku awayên nû yên avdaniyê pêk bînin."

Ehmed Remedan El Xilêf jî ji 25 salan ve di karê çandiniyê de dixebite û xwedî 15 donim erd e. Ehmed Remedan El Xilêf ji 5 salan ve bi rêya enerjiya tavê zeviyên çandiniyê av dide.

El Xilêf kêfxweşiya xwe anî ziman ku dest ji bikaranîna mazotê berdaye û pirsgirêkên jeneratorê xilas bûye. El Xilêf ku hîna rêbazên kevn ên avdanê bi kar tîne, got: "Rast e ku rêbazên nûjen avê zêde xerc nakin, lê heta niha me avdaniya avhavêj bi kar neaniye."

Endazyarê çandiniyê û çalakvanê di warê jîngehê de Mihemed Seîd der barê bandorên avdana bi rêbazên kevn li ser av û axê ji ANHA’yê re axivî.

Mihemed Seîd got: "Avdan bi 2 rêbazan; yên nû û yên kevn ên ku ji destpêka keşifkirina çandiniyê têne bikaranîn, tê kirin. Ji rêbazên kevn, nav zeviyan tije av dikin, lê kêrhatina vê rêbazê kêm e û rêjeya ji sedî 50 derbas nake. Di vê rêbazê de miqdareke zêde ya avê tê xerckirin. Kokên riwekan jî nikarin sûdê ji ew qas avê bigire. Ji ber wê av yan bi herikînê yan jî bi hilbûnê winda dibe."

Seîd destnîşan kir ku herikîna avê bi xwe re tebeqeya axê ya sererd dişimitîne, ev jî bi demê re axê zeîf dike û got: "Bikaranîna vê rêbazê, paşguhkirina pêdiviyên axê ji metalan, semadkirin û dewreya çandiniyê ya guncew, dibe sedem ku çavkaniyên avê kêm bibin û bi demên dirêj re, çolbûyîn li wan herêman çêbe.”

Seîd hişyarî da ku rêbazên berê, ewlehiya xwarinê dixe xetereyê û diyar kir ku ewlehiya xwarinê bi ewlehiya avê ve girêdayî ye û av damara çandiniyê û kêmkirina çavkaniyên avê çi yên sererd û binerd, dê bi awayekî neyînî li çandiniyê û ewlehiya xwarinê bike.

Sîed destnîşan kir ku bi kêmbûna avê re, dê zeviyên avî kêm bibin û tenê bejî hebin û ew jî dê bi xwe re hilberînê kêm bike.

Mihemed Seîd bal kişand ser erêniyên bikaranîna avdana nûjen û rola wê di bikaranîna baş a avê de û wiha rêz kirin:

- Wekheviyê di parvekirina avê de pêk tîne û veguhastina avê baş dike.

- Dema pêwîst ji avdanê re kêm dike.

- Ji bo cureya vê avdanê enerjî, sotemenî û dermaneke kêm pêwîst dike. Bi vê şêwazê jîngehê diparêze.

- Bikaranîna semadê kêm dike.

- Rê li pêşiya hêşînbûna riwekên bizirar digire, di encamê de lêçûna aşêvkirinê kêm dike.

- Berhemê zêde dike û kalîteya wê baş dike, lêçûna xebitandina wê jî kêm e ku di encamê de cotkar qezenc dikin.

Seîd wiha nirxandina xwe domand: "Em dikarin bi vê rêbazê, bi rêjeya ji sedî 40 xerckirina avê kêm bikin û rêjeya hilbijerandinê digihêje ji sedî 30."

Mihemed Seîd bal kişand ser rola ku ev rêbazên nûjen di rêgirtina li pêşiya çolbûyînê de dilîzin kî û got: "Ev rêbaz, xerckirina zêde ya avê kêm dike. Bi vê rêbazê, xetereyên çolbûyînê jî kêm dibin. Ava bi vê rêbazê zêde dibe, em dikarin pê erdên bor geş bikin û pê çandiniyê bi pêş bixin. Şînkahiyê zêde bikin ku ew jî axê ji xetereya şemitînê biparêzê û rê li pêşiya çolbûyînê digire."

(bb-şx)

ANHA