Detayên revandina welatiyên Kurd li Helebê

Welatiyên Kurd ên ku duh çeteyên dewleta Tirk a dagirker revandibûn diyar kir ku çeteyan îşkence li wan kir, ew kehrebe kirin û gefa serjêkirinê li wan xwar.

Detayên revandina welatiyên Kurd li Helebê
5 sibat, 2025   21:12
HELEB
MIHEMED EBDO

Ajansa me (ANHA) duh nûçeyek belav kiribû ku komên çekdar li bajarê Helebê bi dehan welatî li ser nasnameyê revandibûn, sedem jî tenê ew Kurd in.

Îro jî 4 welatiyên ku komên çekdar revandibûn, hatin berdan. Komên çekdar duh zêdetirî 40 welatî revandibûn.

Navên 4 welatiyên hatine berdan wiha ne; Ezîz Riyad Nasro, Xelîl Horîk Reşo, Hanî Mistefa Ebdo û Yûsiv Hisên Yûsiv.

Revandiyan ji ajansa me re got çeteyên "Emşat" ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ew revandin û hinan jî got hêzên "Ewlehiya Giştî" yên girêdayî desthilata Şamê ew revandin. Li gorî kesên hatine revandin, li ser benda kontrolê ji wan hat pirsîn ku; "Kî ji we Kurd e?". Piştre li nasnameyan nêrîn û piştî ku dîtin ew Kurd in, li wan dan û gotinên nebaş ji wan re kirin.

Li ser rêya Şelal a li taxa Stasyona Bexdadê ya bajarê Helebê, nêzî 14 erebeyan rê qut kiribûn, ji erebeyan kesên ser rûyê pêçayî bûn derketin û li welatiyên Kurd dan.

Piştre çavên wan hatin girtin û xistin erebeyên li kêlek rê sekinandine û dîmenên wan hatin kişandin û got weke dengên lawiran bikin. Ev sûcên hatine kirin mîna sûcên berê di şaxên ewlehiyê yên rejîma berê de dihatin kirin, bûn. Piştre ew welatî ber bi cihekî nediyar ve revandin.

Welatiyên hatine revandin û piştre serbest hatine berdan dibêjin ku bi hemû rêbazan îşkence li wan hate kirin; ji kehrebekirinê bigire heta bi lêdana hesinan û reşandina avê û lêdana bi xertûmên germkirî.

Revandiyan anî ziman ku gef li wan hat xwarin ku bi kêrê wan serjê bikin û ji wan re hat gotin "beraz". Lê tu sedemên revandinê nehatin aşkerakirin. Telefon û pereyên bi wan re hatin dizîn.

Di wêneyan de şopên îşkenceya hovane diyar dibin.

Duh jî, 3 welatiyên Kurd ên ji Qamişloyê ku li ser rêya Humsê ji hêla hêzên desthilata Şamê ve hatibûn revandin, gihîştin bajarê xwe.

(fr)

ANHA