Di civîna li Şamê de peymana 10’ê Adarê hat nîqaşkirin

Di civîna li Şamê de girîngiya pêkanîna bendên peymana 10’ê Adarê hate nîqaşkirin. Hate destnîşankirin ku hevdîtin di atmosfereke erênî de derbas bûye.

Di civîna li Şamê de peymana 10’ê Adarê hat nîqaşkirin
Di civîna li Şamê de peymana 10’ê Adarê hat nîqaşkirin
13 cotmeh, 2025   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyên ewlehî û leşkerî yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Qesra Tişrîn a li Şamê hevdîtin bi rayedarên hikumeta veguhêz a Şamê re kir.

Şandeya QSD’ê ji endamên Fermandariya Gişt ya QSD’ê Sozdar Hacî û Sîpan Hemo, berdevkê QSD’ê Ebcer Dawûd û ji fermandarên QSD’ê Şakir Ereb pêk dihat û bi wezîrê parastinê yê hikumeta veguhêz Murhef Ebû Qesra re hevdîtin kir.

Li aliyekî din jî şandeya ewlehiyê ku ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dilêr Hisên Temo, Elî Xidir El Hesen, Mistefa Mehmûd Delî, Aho Êlyo Lehdo, cîgira hevserokên Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arîn Mistefa pêk tê, bi wezîrê karên hundir ê hikumeta veguhêz Enes Xetab re civiya.

Di civînê de girîngiya pêkanîna peymana 10’ê Adarê hat vegotin. Hate diyarkirin ku hevdîtin di atmosfereke erênî de derbas bû.

(bb)

ANHA