Ahenga pêşbirka yekemîn a Deqên Şanoyê hat lidarxistin

Komîna Şano ya TEV-ÇAND’ê bi dirûşma ‘Şano Gewhera Jiyanê ye’ ahenga pêşbirka yekemîn ya Deqên Şanoyê ya 2024’an li dar xist.

7 tîrmeh, 2024   22:53
QAMIŞLO

Komîna Şano ya TEV-ÇAND’ê, bi dirûşma ‘Şano Gewhera Jiyanê ye’ ahenga pêşbirka yekemîn ya Deqên Şanoyê ya sala 2024’an, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Merasîma xelatdayînê bi tevlîbûna nivîskar, rewşenbîr, hunermed û gelek kesan li dar ket.

Komîna Şanoyê ya TEV-ÇAND’ê, cara yekemîn di dawiya sala 2023’an de starta serlêdana teksên şonoyê dabû. Ji wê demê heya 15’ê Adara 2024’an li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê de bi giştî 23 teksên ku bi zimanê Kurdî (zaravayê Kurmancî) û yên Erebî ketin pêşbirkê.

Ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtin dest bi merasîma xelatdayînê hate kirin.

Hevserokê Komîna Şanoya Kantona Cizîrê Kawa Fetah piştî ku bi xêrhatina mêvanan kir, da zanîn ku armac û stratejiya wan ji vê pêşbirkê ew e ku bi huner û wêjeya şanoyê rengê şoreşa azadiyê, bandora dagirkerî û şerê ku li ser civakê tê meşandin wek peyamekê bigihînin cîhanê.

Hevserokê TEV-ÇAND’ê Xelîl Tehlo di axaftina xwe de qala girîngiya dîroka destanên Kurdî kir û diyar kir ku tişta dikeve ser milên wan çîrokên çanda Kurdî, wê nifş bi nifş berdewam bikin.

Xelîl Tehlo axaftina xwe wiha domand: “Gelê Kurd xwedan dîrokeke kûr e. Ji bo vê pêwîstî heye ku em vê lehengiya ku pêşiya şoreşa Rojavayê vekir, li cîhanê bidin naskirin. Armanca me ew e ku bi hemû pêkhateyên gelê xwe hunera xwe bi pêş bixin.”

Piştî axaftinan Komîna Şanoyê ya TEV-ÇAND’ê,  bi du şanoyên bi navên “ Yan Ez, Yan Em” û “Wê Werin” derkete pêşberî mêvanan.

Piştî ku rapora komîteya nirxandina teksên şanoyê hat xwedin, nivîskar û helbestvan Beşîr Mele Newaf, nivîskar û helbestvan Diyala Elî, nivîskar û helbestvan Kemal Necim, nivîskar û rexnegir Ebdumecîd Xelef, nivîskar û rexnegir Ebdulwehab Pîranî li ser dikê hatin vexwendin û ji wan re spasname hatin dayîn.

Herî dawî ji 23 teksên şanoyê ku ketibûn pêşbirkê de nivîskar Elaa Ebdullah bi teksa şanoya bi navê “Reş û Spî “ bû yekemîn, nivîskar Caber Hebîb  bi teksa şanoya bi navê “Qêrîna Axê” ku bi Zimanê Erebî nivîsandibû bû duyemîn û nivîskar Umran Yûsiv jî bi teksa şanoya bi navê “Dînistan” bû sêyemîn.

Wek xelat plaket û 5 cildên parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hatin dayîn. Her wiha di pêşbirkê de ji xwediyê teksên çaremîn, pêncemîn û şeşemîn jî spasname hat dayîn.

(bm)

ANHA