Di şerê Îsraîl û Hemasê de 108 rojnamevan hatine kuştin

Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî (CPJ) di rapora xwe de ragihand ku di şerê navbera Hemas û Îsraîlê de herî kêm 108 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatine kuştin.

Di şerê Îsraîl û Hemasê de 108 rojnamevan hatine kuştin
7 tîrmeh, 2024   21:35
NAVENDA NÛÇEYAN

CPJ’yê raporek der barê şerê navbera Îsraîl û Hemasê de parve kir. CJP’yê di rapora xwe de ragihand ku ji şerê 7’ê Cotmeha 2023’yan ve li Filistîn û Îsraîlê berdewam dike, heta niha herî kêm 108 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatine kuştin.

Di raporê de hat gotin ku ji sala 1992’yan ve dema herî zêde ye ku rojnamevan têde hatine kuştin.

Li gorî raporê, heta 6’ê Tîrmehê 108 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê jiyana xwe ji dest dane, ji vana 103 Filistînî, 2 Îsraîlî û 3 jî xelkê Lûnanê ne. Her wiha 32 rojnamevan birîndar bûne. 2 rojnamevan windane û 51 rojnamevanjî hatine girtin.