‘Paşguhkirina zimanê kurdî binpêkirina qanûnê ye, em ê dozê vekin'

Hiqûqnas Mihemed Elî Ferhan anî ziman ku nêzîkatiyên hikumeta demkî yên li hember zimanê kurdî binpêkirina Biryarnameya 13'an e û got "Were xwestin em ê dozên qanûnî li dijî van nêzîkatiyên bêrêziya li hember zimanê kurdî vekin."

‘Paşguhkirina zimanê kurdî binpêkirina qanûnê ye, em ê dozê vekin'
15 gulan, 2026   05:05
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Hiqûqnas Mihemed El Ferhan der barê nêzîkatiyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li hember zimanê kurdî de ji ajansa me re axivî.

Mihemed Elî Ferhan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser Biryarnameya 13'an a ji aliyê serokê hikumeta demkî ve hatiye derxistin û got: "Biryar dibêje zimanê kurdî zimanekî resen ê civaka Sûriyeyê ye ku bi pirrengiya xwe tê naskirin, lê tişta ku li ser erdê rû dide, tam tersî vê biryarê ye. Ma maqûl e hikumet biryareke fermî bide û piştre pêk neyne? Ev bi xwe binpêkirineke qanûnî û hiqûqî ye û ne li gorî wê biryarê ye ku bi xwe derxistiye."

Elî Ferhan bi bîr xist ku serokê hikumeta demkî di daxuyaniyên xwe de girîngiya parastina zimanê kurdî û wek beşekî resen a nasnameya Sûriyeyê vegot, lê kiryarên wê yên paşguhkirina zimanê kurdî di saziyên fermî de bi daxuyaniyên wî re nakok in û binpêkirin in.

Mihemed Elî Ferhan destnîşan kir ku dê bi çalakiyan li hemberî van kiryaran rabin û dê peyaman bighînin hiqûqnas, rêxistinên navneteweyî û civaka navneteweyî da ku zimanê kurdî wekî zimanekê resen were rêzgirtin û parastin.

Hiqûqnas Ferhan anî ziman ku eger ev nêzîkatiyên li hember zimanê kurdî berdewam bikin dê gavên qanûnî biavêjin û got: "Were xwestin em ê dozên qanûnî li dijî van nêzîkatiyên bêrêziya li hember zimanê kurdî vekin."

(bb)

ANHA