Agirê çeteyan vêxistiye gihaşt gundên Til Temirê

Ruxmî hewldanên tîmên awarte yên Til Temirê agirê ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li zeviyên çandiniyê yên li gundên Til Temirê vêxistiye fireh bû. Tîmên awarte û şênî agir vedimirînin.

Agirê çeteyan vêxistiye gihaşt gundên Til Temirê
29 gulan, 2024   20:30
HESEKÊ

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li derdora gundê Enîqa El Hewa yê dagirkirî yê li ser rêya di navbera bajarê Til Temir û bajarê Zirganê yên kantona Cizîrê de agir vêxist. Tîmên awarte hewl da ku şewat negihîne zeviyên çandiniyê yên Til Temirê.

Nûçegihanê me yê li Til Temirê anî ziman ku ruxmî hewldanên tîmên awarte agir li gundên El Eboş û Bab El Ferec ên li ser rêya di navbera bajarên Til Temir û Zirganê de belav bû.

Xelê her du bajaran bi tîmên awarte re di nava hewldanan de ne ku agir vemirînin û nehêlin zêde belav be.

(fr)