ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ li Qamişlo şahiyek li dar xist

Di şahiyê de namzetên ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ bernameya xwe ya hilbijartinê aşkera kir.

ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ li Qamişlo şahiyek li dar xist
ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ li Qamişlo şahiyek li dar xist
ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ li Qamişlo şahiyek li dar xist
ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ li Qamişlo şahiyek li dar xist
ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ li Qamişlo şahiyek li dar xist
ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ li Qamişlo şahiyek li dar xist
ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ li Qamişlo şahiyek li dar xist
ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ li Qamişlo şahiyek li dar xist
29 gulan, 2024   21:17
QAMIŞLO

Di çarçoveya propagandaya hilbijartinan a ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ de, ya ji bo hilbijartinên 11'ê Hezîranê, îro li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de namzet bi şêniyan re civiyan.

Di serî de namzetê hevbendiyê yê Meclisa Şaredariya Qamişlo Ebdulhelîm Eko bang li şêniyan kir ku berê xwe bidin sindoqan, destkeftiyên bi saya fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin biparêzin û namzetê/a guncaw ji bo rêvebirina şaredariyan û pêşxistina wan hilbijêrin.

Piştre herdu namzetên hevseroketiya Şaredariya Qamişlo Bêrîvan Omer û Stêfo Îşûh axivîn. Bêrîvan Omer teqezî bi girîngiya dengdayînê da û kêfxweşiya xwe bi beşdariya jinan di çalakiyan de nîşan da.

Stêfo Îşûh diyar kir ku ji bo pêkanîna demokrasiyê pêwîstî bi kedeke mezin heye û ev hevbendî hemû pêkhateyan dihewîne. Her wiha Stêfo Îşûh proje û plansaziyên pêşerojê şîrove kir.

Namzetên Meclisa Şaredariyê Şêrîn Mihemed, Xufran Kokeb, Mêzir Betal, Mihemed Şêbo, Mihemed Xêr Elîke û Ebdulhelîm Eko xwe da nasîn.

(mh)