Agirbesta Hemas û Îsraîlê hat dirêjkirin

Rayedarekî Koşka Spî ragihand ku Îsraîl û Hemasê li ser dirêjkirina agirbesta li hev kirine. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê got, agirbest ji bo du rojên din hatiye dirêjkirin.

Agirbesta Hemas û Îsraîlê hat dirêjkirin
27 mijdar, 2023   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî Koşka Spî ragihand ku Îsraîl û Hemasê li ser dirêjkirina agirbesta li Xezeyê li hev kirine, lê agahiyên zêdetir neda.

 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê di rûpela xwe ya "X" de got, ′′Di çarçoveya navbeynkariya domdar de,  lihevkirinek pêk hat ku agirbesta mirovî ya li Xezayê du rojên din were dirêjkirin."

Berpirsekî Hemasê ji Reutersê re got, lihevkirinek  bi Qeter û Misirê re pêk hat ku agirbesta mirovî ya demkî ya bi Îsraîlê re du rojên din were dirêjkirin. Her wiha diyar kir ku agirbest wê bi heman şert û mercên agirbesta berê be ku çar rojan dom kiribû.

Demek berê çavkaniyan gotibûn, Hemas hewl dide agirbestê 4 rojan dirêj bike, lê Îsraîlê dixwaze roj bi roj agirbestê dirêj bike. Li gel wê jî dan û standinên der barê girtiyên filistînê yên dê werin berdan de dewam dikin.

(bb)