Rojnameyên erebî keysbaziya li ser avê ya çeteyan xist rojeva xwe

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa rewşa li herêmên Sûriyeyê yên dewleta Tirk dagir kirine, krîza hundirîn a Îsraîlê û rewşa Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî keysbaziya li ser avê ya çeteyan xist rojeva xwe
28 mijdar 2023   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bi sernavê ′Metirsiyên keysbazkirina avê li Idlib û derdora wê nûçeyek weşand.

Rojnameyê di nûçeya xwe de anî ziman ku xelkê Idlib û bajarokên derdora wê têkildarî keysbakirina avê ji hêla qaşo ′Hikumeta Înqazê′ ya girêdayî çeteyên Heyet Tehrîr El Şam a bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker, bi fikar in. Ji ber ku di salên borî de xelkê av bê pere werdigirt.

Li gorî rojnameyê, xelkê Idlibê metirsîdar e ku sekinandina piştgiriya rêxistinên navneteweyî bibe sedem ku ′Hikumeta Înqazê destê xwe deyne ser avê, mîna çawa destê xwe daniye ser kehrebe û sotemeniyê.

ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ LI HEMBER KRÎZA HUNDIRÎN E

Rojnameya Şerq El Ewsat di nûçeya xwe ya bi sernavê ′Artêşa Îsraîlê li hember krîza hundirîn e′ diyar kir ku ev cara yekemîn e ku di şer de Îsraîlê rû bi rûyî vê krîzeke wiha ye, li kêlek wê jî aloziyek li hember îstîfakirina 2 fermandarên artêşê bi tawana ′paşvekişîna ji şerê li hember şervanên Hemasê′ heye û ji hêla çapemeniyê ve û bi tawana derewandin û mezinkirina serkeftina artêşa Îsraîlê, rexneyên tûj lê tên kirin.

HEWLDANÊN ROJAVAYÎ YÊN DÛRXISTINA LUBNANÊ JI ŞER

Rojnameya El Cumhuriye ya Lubnanê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên siyasî, diyar kir ku tevgera dîplomatîk a rojavayiyan hîna naxwaze Lubnan bikeve nava şer.

Li gorî rojnameyê ruxmî piştrastkirina berpirsên lubnanî ku Lubnan naxwaze bikeve nava vî şerî, lê rewşa li herêma sînor hîna aloz e û fermandarê hêzên UNIFIL general Aroldo Lazaro metirsiyên xwe ku rageşiyeke din li başûrê Lubnanê çêbe û bi xwe re wêraniyê bîne, anîn ser ziman.

(fr)