Li Kurdistanê jiyanê wateya xwe ya rasteqîn bi avabûna PKK′ê wergir - Hevidar XALİD
Dema em salvegera 45`an a damezirandina PKK`ê pêşwazî bikin, divê em şehîdên wê yên dozê bi bîr bînin. Şehadeta wan sedema sereke ya avakirina PKK`ê bû. PKK′ê ji destpêkê ve li hember serdemeke dirêj a zulm û zordestiyê tê koşiya û banga têkoşîna çekdarî kir. PKK′ê ne tenê ji bo Kurdistanê, di heman demê de ji bo tevahî erdîngariya Kurdistanê dixebite. PKK′ê bi têkoşîn û îdeolojiya xwe ya nûjen xîtabî tevahî gelan û çandên li ser vê erdê dike. PKK′ê tevahî hevalên ku roleke mezin di pêvajoya avakirinê û belavkirina îdeolojiya Tevgera Rizgariya Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt de lîstine, bi coşeke mezin silav kir. Tevgera PKK′ê di salên 70′î de ji aliyê komeke xwendevan ên Kurd û Tirk ve, di nava şert û mercên gelek hesas û girîng de ava bû. Di demekê de ku tevahî tevger û şepêlên rizgariyê ketin bin bandora siyasetên pergalên dewletên û daxwazên gel pêk neanîn, PKK′ê bi têkoşîn û projeya xwe ya ciwan ji bo gelên herêmê bûye keşetiya xilasiyê.
PKK`ê ku li Kurdistanê derket, wateya rastîn da jiyanê, rih ji nû ve zindî kir, bi hêvî, bawerî, bi moral kir. Her wiha giyanekî şoreşgerî ya bilind da jiyanê. PKK′ê tevahiya teorî û têgehên şaş û paşverû ên li Kurdistanê guhertin û bi fikrê xwe yên ronak, felsefeya xwe ya modern û rêgeha xwe ya bêhempa, zihniyeta baviksalarî ya li ser civaka Kurd serwer bû guhert û her kes li dora xwe kom kir. Bi vî awayî Kurdên di xwe, hebûn, fikr û giyanê de belav bûn, veguherand kurdekên serhildêr, wêrek û berxwedêr ku ji zehmetiyan natirsin.
Dijmin Kurdên ku mafên wan hatin paşguhkirin, nasname û ziman û nirxên wan ên pîroz ji wan hatibûn standin, bi mirî yên tune wesifand. Bi derketina PKK`ê re, Kurdan serî hilda, dest bi lêgerîna jiyana azad kir û bêwestan hewl dan bigihêje heqîqetê. Bi PKK′ê re Kurdan li xwe ya winda, li cewherê xwe yê ji dest birine, li her tiştê xweş di jiyanê geriyan.
PKK`ê bi têkoşîna xwe ya dîrokî, her Kurdek mirî, bê hêz û bê giyan ku bi peydakirina qûta xwe tenê difikire, veguherand aşiqê azadiyê û lêgerê heqîqetê. PKK′ê kesayeta Kurd bi temamî guhert, her wiha jiyana Kurdan a di bin zulm, zordsetiyê, siyaseta înkarkirinê de guhert.
PKK`ê, mizginiya destpêka pêvajoyeke nû da gelê Kurd û rêbazeke jiyanê guncaw li her çar parçeyên Kurdistanê afirand. Li gel PKK`ê jiyana bi rûmet e û dûrî koletiyê ye. Bi saya PKK′ê Kurd îro bê westan li heqîqetê digerin û li hember tevahî cureyên xirabiyê tê dikoşin. Bi saya PKK′ê Kurd bi yek destî li hemberî zehmetiyan û êşan disekinin da ku bigihêjin armanca xwe. Dûre berdewam bikin û mîna çemê ji çiyayan diherike, biherikin. Dev ji pîvanên erzan û ji têgehên şaş ên wekî; nabe, nikarin, ne pêkane, ne mimkun e pêk were berdan û li şûnan wan têgehan jiyan bi gotinên nû mîna, giyanê têkoşînê, berxwedanê, serî netewandinê, bi ala azadiyê rêya rastiyê temam bikin, dixemilîne.
Taybetmendiyên şoreşgerî yên damezirîner û Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan û kadroyên wê yên pêşeng ji destpêkê ve bi awayekî erênî bandor li gel kir û hişt ku gel tev li partiyê bibe. Ji van taybetmendiyan diyar dibe ku Rêber Abdullah Ocalan fedakarê gelê xwe ye û di şert û mercên cuda de tê dikoşe. Jiyana Rêber Abdullah Ocalan qet naşibihe jiyana kesên din. Rêber Abdullah Ocalan di rêbaz û fikrê xwe de, bi nirx û xeyalên xwe cuda ye. Bi rêbaza dan û standina bi derdorê re jî cuda ye. Bi rastî li ku be û biçe ku derê balê dikişîne. Axaftina wî xweş e, gotinên wî kûr in ku bandorê li mirov dekin. Di demekê de ku bawerî nameya, gotinên Rêber Abdullah Ocalan jêdera baweriyê ye.
Pêşengên partiyê di tevahî qadan de li ber xwe dan. Têkoşîna wan ji zindanên faşîzmê dest pê kir, bi pêşengiya Mazlûm Dogan, Ferhat Kurtay, Mehmet Hayri Durmuş û Kemal Pîr li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst serî hildan û karîn dijminan di keleha wan de têk birin, derbên giran li siyasetên şerê taybet xistin ku li ser wan dihatin meşandin. Li çiyayan jî bi hezaran keç û xortên Kurd ji bo jiyaneke azad û bi rûmet tev li meşa bi heybet bûn. Van şoreşgeran bi tîpên zêrîn dîrok nîvisand, tirs xist dilê dewleta Tirk a faşîst û tevahî planên wan ên ji bo tunekirina nirxên partiya sosyalîst û fikrê bi xwîna şehîdên leheng hatiye afirandin, têk birin.
Rêber Abdullah Ocalan li hemberî têgehên civaka dewlet a baviksalar têkoşîna îedolojîk esas girt û ji bo rewşa jinan a xirab a di civaka Kurd de were guhertin, tê koşiye. Rêber Abdullah Ocalan li hemberî sîstema têkiliyên paşverû ya di navbera jin û mêrî de rabû, urf û edalet kevinperest ên ku jinên Kurd asteng dikin, red kirin. Rêber Abdullah Ocalan îsbat kir ku bi analîzkirina pirsgirêka Kurd bi xetên wê yên stûr wê pirsgirêk bi awayekê guncaw çareser nebe, li ser vê yekê ê xwest jin û mêr ên azad ava bikin da ku civakeke nûjen a azad were avakirin ku mafên tevahî mirovan mîsoger bin.
Dînamîka partiya ku bi domdarî nû ye, bandoreke xurt li tevahî beşên civakê kir û guhertineke mezin di qada civakê de pêk anî. Analîzên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser pirsgirêka jinê û pergala malbatê ya li Kurdistanê bandor li tevahî endamên civaka Kurd kir. Bi vê yekê re jinan li bajarên Bakurê Kurdistanê pêşengiya serhildanên gel ên li hemberî zulm, koletî, siyasetên qirkirina çandî û siyasî kir. Li wir jin girîgehên mêrî û jiyana koletiyê berdan û berî dan çiyayên bilind ên Kurdistanê da ku ji bo ku doz, welat, ji bo jiyaneke azad a rasteqîn tê bikoşin. Jinan di têkoşîna şoreşgerî ya rizgariyê de pêşengî kir. Mînaka vê yekê bi dehan hevalên ji Rojavayê Kurdistanê, bi taybet ji Kobanê ya xwedî taybetmendiyeke eşîrtî tev li têkoşînê bûn. Heval Dîcle Kobanê, heval Rûken a ji bajarê Efrînê, heval Dîlan a ji bajarê Dêrikê û bi sedan hevalên din dan ser şopa wan, mînaka jinên pêşeng ên serhildêr in.
Bi destpêka salên 90′î de, jinan têgihiştineke bilind a azadiya zihnî, têkoşîna di çepeberên azadiyê û têkoşîna rêxistinî de bi dest xistin. Di heman demê de di cengên azadiyê de serkeftinên mezin mîsoger kirin. Jinên şoreşger giyanê xwe fedaî welat kir da ku armancên ku ji bê wê têkoşînê dikin, pêk bînin. Şehadeta Bêrîvan Cizîr li Cizîrê Botanê ya Bakurê Kurdistanê di salên 90′î yên sedsala borî de roleke mezin di xurtkirina asta têkoşîna PKK, xurtkirina tevlêbûna jinan de lîst. Her wiha Zekiye Alkan ji bo ku meşaleya Newrozê pêketî bimîne li Sûra Amedê bedena xwe da ber agir û şehîd bû. Dîsa çalakiya şehîd Rehşan Demîrel ya di Newroza li Îzmîrê de û berxwedana şehîd Bêrîtan mîna derbeyeke xurt û bi êş li xeta xiyaneta li Kurdistanê ye û bersivek li hemberî êrişên li ser tevgera rizgariya bûn. Bi çalakiyên ku jinên Kurd kirine, li Kurdistanê xeta têkoşînê bi awayekî bingehîn guherî. Van çalakiyan israra jinan a di rizgariyê de ji tevahî cîhanê re diyar kir. Her wiha têkoşîna wan a li hemberî tevahî astengiyên li pêşiya rêya rizgariya wan da xuyakirin. Berxwedan û çalakiyên lehengane civaka jinan ji kurahî ve hejand, bi vê yekê re tevlêbûna jinan nava refên têkoşînê zêdetir bûn.
PKK′ê îro ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn ên tîhên jiyaneke bi rûmet, gelê ku ji ber sîstema modernîteya kapîtalîst a cîhanê ve westiyaye, bûye minbera azadî û rêya xilasiyê. Di salvegera avabûna PKK′ê de divê azadîxwazên li tevahî cîhanê xwedî li xeta bi hezaran şehîdên azadiyê derkevin ku ji bo jiyaneke azad û sîstemeke demokratîk canê xwe feda kir.
(şx-bb)