`Tevî êrişan jî em dev ji dar û zeytûnên xwe bernadin`

Tevî hedefgirtina domar ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve, lê cotkarên gundên li eniyên şer, bi axa xwe û hilberînên xwe ve girêdayî ne.

`Tevî êrişan jî em dev ji dar û zeytûnên xwe bernadin`
26 cotmeh, 2023   05:36
MINBIC

Hedefgirtina rasterast û rojane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, nahêlin cotkarên gundewarê Minbicê hilberînên xwe berhev bikin. Lê belê cotkar destnîşan dikin ku tevî van êrişan jî, lê dev ji axê xwe bernadin. 

Welatiyê bi navê Dawûd El Hisên ê ji gundê Siyade yê bakurê Minbicê got: "Rojane em tên topbarankirin. Lê ruxmî wê jî, em li vir in. Em dev ji axa xwe bernadin. Di oxira wê de em ê canê xwe feda bikin."

El Hisên wiha domand: "Gelo ew ên banga mafên mirovan û mirovatiyê dikin li ku ne? 76 salî me, gelo ez ê çawa dev ji mal û erdê xwe berdim? Na wele ez ê li ber xwe bidin. Ev vebijarka me ye."

El Hisên îşaret bi sûcên dewleta Tirk a dagirker kir û got: "Beşeke mezin a axa min ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin û mayîn tê de çandin. Dema diçim wir, rasterast gule li min direşînin. Pêwîstiya daran bi eleqedariyê heye. Lê em nikarin tiştekî bikin. Wan 400 hiktar li gundê Siyade şewitand."

Her wiha El Hisên di dawiyê de got: "Ev ax ya me ye. Bav û pêşiyên me ew ji me re hişt. Heta em di bin konan de jî bijîn jî lê em dev jê bernadin."

Welatiyê bi navê Mihemed El Hesen jî got: "Rojane gund tê topbarankirin. Zarok, jin û temenmezin tên hedefgirtin. Ruxmî wê jî, em ji wan re dibêjin, heta bimirin jî lê em ji malên xwe dernakevin. Em nizanin wê kengî me topbaran bikin. Darên me hişk bûn. Ji ber ku me     nekarî av bida yan jî şewitandin."

Girêdayî heman mijarê welatiyê bi navê Mûsa El Selûm El Ebdullah ê ji gundên Dendeniye yê bakurê Minbicê got: "Çinîna zeyûtnan dest pê kir. Ji ber mayînan em nikarin wan berhev bikin. Min gelek mayîn di erda xwe de dît. Ji ber ku li eniya şer e. Lê min bi nîşan kir ji bo ku kesek nêzî wê nebe û tiştek bi wan neyê."

Welatiyê bi navê Mihemed El Tamir jî wiha anî ziman: "Em li gundê Dendeniye û piraniya gundên ser sînor, rojane ji aliyê baregehên nêz ve, tên topbarankirin. Malên me tên hedefgirtin. Topbaran, tevgera gundiyan asteng dike. Êdî em nikarin di nav zeviyan de kar bikin ku jêdera quta me ne."

El Tamir diyar kir ku çiqas topbaran dijwar bibe lê ew dev ji warê xwe bernadin.

Li gor Komîteya Çandiniyê ya Minbicê rûbera zeviyên daran li eniyan 11 hezar û 906 hiktar e. Ji ber topbaranê, cotkar nikarin bigihêjin 6 hezar hiktaran.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane, herêmên nêzî eniyên şer bi moşek û tankan topbaran dikin. Di encamê de windahiyên canî û madî çêdibin. Li hember van êrişan û sûcan civata navneteweyî bêdeng e. Herî dawî gundê Dendeniye yê bakurê Minbicê duh hatibû hedefgirtin.

(şx)

ANHA