Mîhrîcana Efrînê bi hunera şêwekariyê bal dikişîne ser sûcên dewleta Tirk a dagirker

Komeke hunermendên Kurd ên li Ewropayê 1`emîn Mîhrîcana Hunera Şêwekariyê ya Efrînê li bajarê Essen ê Almanyayê bi beşdariya zêdetirî 150 şêwekarên ji seranserî cîhanê li dar dixe.

Mîhrîcana Efrînê bi hunera şêwekariyê bal dikişîne ser sûcên dewleta Tirk a dagirker
Mîhrîcana Efrînê bi hunera şêwekariyê bal dikişîne ser sûcên dewleta Tirk a dagirker
Mîhrîcana Efrînê bi hunera şêwekariyê bal dikişîne ser sûcên dewleta Tirk a dagirker
Mîhrîcana Efrînê bi hunera şêwekariyê bal dikişîne ser sûcên dewleta Tirk a dagirker
26 cotmeh, 2023   06:45
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Bi armanca eşkerakirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Efrîna dagirkirî û binpêkirinên wê li dijî şêniyên kantona dagirkirî û guhertina demografiyê, fikraya aşkerakirina van sûcan bi rêya hunera şêwekariyê hat.

Komeke hunermend û rewşenbîrên Kurd ên li Ewropayê Tebaxa 2023'yan 1`emîn Mîhrîcana Efrînê ya Hunera Şêwekariyê dest pê kir. Ji wê demê ve û heta niha 150 tablo ji çar parçeyên Kurdistanê, dewletên ereban, Afrîka û Ewropayê hatin wergirtin.

Ji bo nirxandina tabloyan komîteyeke pispor ji çend şêwekaran hate avakirin. Xebatên ferzkirina tablyona li ser sê pêvajoyan hat parvekirin. Bi rêya wan pêvajoyan, 4 tabloyên herî baş tên hilbijartin û di pêşangeha ku dê li bajarê Essenê yê Almanyayê di 4`ê Mijdarê de bê lidarxistin, bi diyariyên malî werin xelatkirin û bawernameyên beşdariyê li wan were belavkirin.

Berpirsê ragihandinê ya mîhrîcanê Îsmaîl Derwîş da zanîn ku di mîhrîcanê de dê gelek çalakiyên hunerî û kultûrî yên Efrînê bên pêşandan.

Di mîhrîcanê de komên govendên folklorî yên Zozan, Armanc û hunermendên ji Efrîn û Kobanê beşdar dibin.

Derwîş destnîşan kir ku deriyê mîhrîcanê ji tevahî kêmneteweyan, olan, çandan vekirî ye, da ku balê bikişînin ser rastiya li Efrînê diqewime.

Derwîş diyar kir ku ew hewl didin bi rêya mîhrîcanê piştgiriyê bidin behreyên ciwanên Kurd ji bo ku hunera şêwekariyê heta radeyekê ku layîqî doza kurd be, pêş bixin.

Li gor komîteya amadekar çaverê ye ku mîhrîcan her sal bê lidarxistin.

(mh/şx)

ANHA