Şêniyên Helebê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were dê li qadan bin

Endamên rêveberiya Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, destnîşan kirin ku heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, çalakiyên wan berdewam in. Di heman demê de berdewamkirina tecrîdê şermezar kirin.

Şêniyên Helebê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were dê li qadan bin
26 cotmeh, 2023   02:37
HELEB
MIHEMED EBDO

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ew bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" tev li pêngava cîhanê dibin ku bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re" 10`ê Cotmehê li 74 navendan li seranserî cîhanê dest pê kiriye.

Di çarçoveya vê pêngavê de û li gel berdewamkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û encamên wê, hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Welat Mamo û cîgira meclisê Arîn Henan ji ajansa me re axivîn.

Mamo berdewamkirina siyaseta tecrîdê li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û got: "Komplo sala 1999`an dest pê nekir, lê belê beriya demeke dirêj dest pê kiriye."

Mamo wiha domand: "Ji teqîna sala 1996`an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan ve, komplo dest pê kiriye. Hêzên kapîtalîst dixwestin azadiya gelên Rojhilata Navîn di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de têk bibin."

FELSEFEYA RÊBERTÎ JI GELÊN BINDEST TEV DA RE ÇARESERÎ YE

Mamo destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan felsefeyek pêşkêş kir ku ji gelên bindest re tev da çareserî ye û wiha anî ziman: "Vê felsefeyê, çareserî ji tevahî gelan re, projeyên demokratîk û azadiya rastîn pêşkêş kirin. Bi vejandina fikrê enternasyonalîzma yekbûyî, bû hevrikê kapîtalîstê. Me ev tişt li Kobanê dît dema şervanên enternasyonalîst ji her derê berê xwe dan Kobanê ji bo ku tev li berxwedanê bibin. Li hember vê jî, pergalên kapîtalîst tirsîn ku ev fikr belav bibe."

Her wiha Welat Mamo diyar kir ku armancên dewletên kapîtalîst bi saya ramana Rêber Abdullah Ocalan ku beriya dîlgirtina wî û piştî wê belav bû, bi bin ketin.

Mamo bang li xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk neyê, çalakiyên me ranawestin û em dê li kolanan bin."

GIRÊDANA BI RAMANA WÎ RÊYA PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ YE

Cîgira Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Arîn Henan jî wiha anî ziman: "Cotmeh, salvegera derxistina Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê ye. Ev meh gelek bi êş e. Lê dîsa jî baweriya me bi vî fikrî, zêde dibe, nemaze piştî ku maf da jinan ku xwe îsbat bikin."

Arîn balkişand ser siyasetên kirêt ên hêzên faşîst û got: "Tenê ji bo ku têkiliyên me û kesên pê bawer bi Rêber Abdullah Ocalan qut bikin, li tevahî eniyên siyasî, aborî û heta li erdê şer dest pê kirin."

Arîn diyar kir ku ji bo pêkanîna azadiya fikrî ya gelan û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, divê têkoşînê mezin bikin û got: "Em wek nûnerên jinên li Helebê, dê hertim li qadan bin ta ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk were."

(şx)

ANHA