Li Minbicê teqîn: 2 kuştî û 17 birîndar

Li Minbicê teqînek pêk hat. Di encamê de 2 kes hatin kuştin û 17 kes jî birîndar bûn.

Li Minbicê teqîn: 2 kuştî û 17 birîndar
11 kanûn, 2023   12:26
MINBIC

Nûçegihanên me ji Minbicê ragihand ku li gundê Yalanlî yê li rojavayê bajar, teqînek çêbû. Teqîn, dema ku şêniyan zeytûn berhev dikir, pêk hat û di encamê de 2 karker hatin kuştin û 17 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên destpêkê ku ji şahidan hatine girtin, teqîn ji ber bermahiyeke şer a li zeviyeke zeytûnan pêk hatiye.

Cenazeyên welatiyên bi navên Samiya Ekreş û Zeîm Ebdulhisên û 17 birîndar rakirin Nexweşxaneya Berkel a li Mibicê. Tê gotin ku rewşa hinek birîndaran giran e.

Navên birîndaran wiha ne: Dendî Hisên, Alya El Ehmed, Nesrîn El Hisên, Hece Raîd, Mihemed Hisên El Hisên, Kewser Mistefa El Ekreş, Bitûl Ekreş El Mistefa, Mêrvet Zeîm El Hisên, Fatima, Hûriya Ebdulhisên, Necah Hisên El Ekreş, Rexed Hisên Ebdulhisên, Ednan Mistefa, Sebah Ebdulhisên, Heyfa Ehmed El Hisên, Nûr Raîd Ebdulhisên û Fitêm.

(bb)

ANHA