92 dronên Ukraynayê hatin rûxandin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li asîmanê herêmên cuda yê Rûsyayê 92 dronên Ukraynayê hatine xistin. Keîvê jî daxuyand ku di êrişeke duh a Rûsyayê li herêmeke rojhilatê Ukraynayê de 3 kes hatin kuştin.

92 dronên Ukraynayê hatin rûxandin
5 îlon, 2025   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku pergalên wê yên parastina asîmanî şevê berê 92 dronên Ukraynayê li asîmana xaka Rûsyayê rûxandine û cihên lê dron hatine xistin bi bîr xistin.

Wezaretê duh (pêncşemê) ragihandibû ku hêzên Rûsyayê bi moşekên Iskender cihekî ji bo amadekirin û bingeha berdana dronan li herêma Chernihiv a bakurê Ukraynayê rûxand û nêzî 10 leşker hatine kuştin.

Li gorî şaredarê herêma Oleg Synegubov, di êrişa duh a Rûsyayê ya li herêma Kharkiv a rojhilatê Ukraynayê de 3 kes hatin kuştin.

Şaredar Oleg Synegubov destnîşan kir ku di êrişê de 2 kesên din jî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

(fr)