Li kampa Holê mayînek hat dîtin

Hêzên Operasyona "Mirovî û Ewlehî" li kampa Holê mayînek dît.

Li kampa Holê mayînek hat dîtin
5 îlon, 2025   10:08
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî, vê sibehê qonaxeke nû ya Operasyona "Mirovî û Ewlehî" li kampa Holê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê da destpêkirin.

Hêzên operasyonê di çarçoveya xebatên lêgerînê de, li beşa 5’an (Muhacîrat) ku jinên DAIŞ’î yên biyanî li dimînin, mayînek dît.

Ev operasyon, di çarçoveya rêzeoperasyonên ewlehiyê yên berê de hatiye destpêkirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li kampa Holê pêk anîbûn.

Operasyona "Mirovî û Ewlehî" li kampa Holê dewam dike.

(bb)

ANHA