Mustafa Karasu: Wê demê bila mîsoger bikin ku Rêber Apo rol bilîze

Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Mustafa Karasu, gotinên Devlet Bahçelî yên wekî “'Kurd wê guh bidin Îmraliyê?” bibîr xistin û got: “Wê demê bila bi rengekî eşkere misoger bikin ku Rêber Apo li wir bibe aktor, rolê bilîze.” 

Mustafa Karasu: Wê demê bila mîsoger bikin ku Rêber Apo rol bilîze
5 îlon, 2025   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN 

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû, di bernameyeke taybet a Medya Haber TV'yê de pirsen Kadîr Hurdogan bersivandin. Karasû diyar kir ku dilsozê kurdan bi Rêber Apo ye. Ji bilî Rêber Apo li kesî guhdarî nake. Di mijara dilsoziya bi Rêber Apo re di rêza destpêkê de Kurdên li Rojava ne . 

Karasû diyar kir ku Nêzîkatiya AKP'ê ku şer dixe rojevê, her wiha herî dawî Devlet Bahçelî gef xwariye; Devlet Bahçelî gotiye 'Wê li Îsraîlê guhdarî bikin yan jî li Apo, li Îmraliyê guhdarî bikin?' Temam, bila Îmrali di wê mijarê de bibe aktor. Wê çawa bibe aktor? Li wê derê bi tecrîdê, wê çawa bibe aktor? Gotiye, bila li Sûriyeyê bibe aktor. Gotina, 'Wê li Apo guhdarî bikin yan li Îsraîlê guhdarî bikin?' tê wê wateyê. Bêguman ew gel wê li Rêbertî guhdarî bike. Rastî ew e. Kurdên li Rojava, Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê li Rêber Apo guhdarî bikin, ev yek eşkere ye. Ji xwe her roj di mîtîngan de, di civînan de vê yekê bi eşkere dibêjin. Weke lîderê xwe qebûl dikin. Ji ber ku 20 salan li wir xebitî ye, vî Rêbertî ew civak aniye vê nuqteyê. Wê demê ev Rêbertî divê li wê derê bibe aktor, karibe rola xwe bilîze. Na, radibin ji Rêber Apo re dibêje, tu nikare tevlî wê derê bibe, lê belê rola xwe bilîze ji bo wê derê. Wê çawa bilîze? Lewma divê hikumet cidî nêzîk bibe. Sedema ewqas gef û şer ev e; Kurd li wir bibin xweser, wê ji me re jî bibe mînak. Fikara wan ev e, kompleks ev e. Wê demê tu yê pirsgirêka xwe çareser bike. Eger tu yê pirsgirêka xwe çareser bike, wê demê çima tu li ber çareseriya nenavendî ya gel a li wê derê radibe? Tu yê pirsgirêka xwe çareser bike. Bi rastî jî nêzîkatî şaş e. Her wiha qala Mîsakî Mîllî dikin. Tu çi dibêje? Dibêje xwişk û birayên min ên Kurd, dibêjî em Kurd û Tirk di nava hev de ne, weke goşt û neynûkê ye. Tu xwedî li Kurdan dernakeve lê belê tu xwedî li dûvikekî DAÎŞ'ê derdikeve. Ev çi feraset e? Li wir xwedî li gelê Kurd derkeve. Belê bila çareseriyek pêk were, her kes dixwaze, Rêbertî jî dixwaze, lê wê çawa çareserî pêk were? Demokrat nîne.

Mûstafa Karasû bal kişand ser rewşa niha ku Sûriyê jî û wiha got: “ Jinên Kurd wê çawa li wir bijîn? Wê jinên Kurd hemûyan qetil bikin, lînç bikin. Wê bibêjin bê dîn û bê îman e û nizanim çi bikin. Çima? Wê bibêjin, ji ber ku weke jinên wan nakevin nava çarşefê. Kî çarşefê bixwaze li xwe bike wê li xwe bike, kî dikare dest lê werde. Lê belê ew feraseta xwe li ser her kesî ferz dike. Wê çawa çareser bibe? Bila çareser bibe. Lê belê bila ew sîstem jî hinekî demokratîk bibe. Ji xwe re hilbijartinê dike, ji xwe re destûra bingehîn çêdike, ji xwe re nizanim çi dike. Ma bi vî rengî pirsgirêk çareser dibe? Tu li kîjan cîhanê ye, di serdema navîn de jî bi vî rengî nîne. Tenê ferasetên faşîst bi vî rengî nêzîk dibe. Lewma nêzîkatiya Tirkiyeyê rast nîne. Herî dawî hinekî sivik, nerm kiribûn, lê belê dîsa hişk kirin. Eger Tirkiye êrîşî wê derê bike, wê çi qezenç bike? Dibêje hêza min a leşkerî heye, filan tiştê min heye. Temam, heye. Lê, rewatiya te heye? Tu her roj ji bo Îsraîlê dibêje, dest lê werdide, êrîş dike, tu yê çi bike? Tu yê aramiyê bîne wê derê? Tu ewqasî dijminatiyê li Kurdan dike, piştre radibe dibêje Kurd wê filan cihî tercîh bike. Bi êrîşkirinê tu çima berê Kurdan dide polîtîkayeke din? Sûcdar, berpirsyar wê tu be. Lewma xwe nêzî Kurdan bike, erênî nêzîk bibe, têkiliyê pê re dîne. Tu qala Mîsakî Mîllî dike, dibêje xwişk û birayên min e. Polîtîkayeke di wê çarçoveyê de bimeşîne. Tu yê dijminatiyê li Kurdên li Sûriyeyê bike, ji bo Kurdên li Bakur, li Tirkiyeyê jî bibêje xwişk û birayên min e. Kî wê ji vê bawer bike? Kurdên AKP'yî jî ji vê bawer nake. Kurdên ku dengê xwe didin AKP'ê jî vê qebûl nakin. Ji ber vê yekê ew nêzîkatiyeke şaş e, divê bê terikandin. Eger weke ku Devlet Bahçelî dibêje, 'Kurd wê guh bide Îmraliyê?' wê demê bila bi rengekî eşkere misoger bikin ku Rêber Apo li wir bibe aktor, li wir rolê bilîze. Belê ew gel dilsozê Rêber Apo ye. Ji bilî Rêber Apo li kesî guhdarî nake. Di mijara dilsoziya bi Rêber Apo re di rêza destpêkê de ye gelê li Sûriyeyê, Kurd, Kurdên li Rojava. Ji xwe dema ku Rêbertî bi komploya navneteweyî dîl hate girtin, Rêbertî spasiya Kurdên li Rojava kir. Ji ber ku xwedî li wî derket. Lewma li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Rojava bi aktoriya Rêber Apo pirsgirêk dikare çareser bibe. Naxwe eger pirsgirêk çareser nebe, bêguman wê krîz rû bide, şer biqewime. Kurdên li wir li hemberî gefan jî serî natewînin, kî dibe bila bibe wê li hemberî wan li ber xwe bide, şer bike. Şerekî bi vî rengî wê çi bide Tirkiyeyê? Bi dîtina min, dewlet e divê hinekî din maqûl nêzîk bibe, hinekî din bi aqil tevbigere, nêzîkatiya çareseriyê nîşan bide. Dibê bipirse, ya rast çi ye? û bersiva vê pirsê bide. Bi gefa 'divê hûn dest ji rêveberiya nenavendî berdin' naxwe ez ê êrîş bikim, ev nêzîkatî wê dûrî ji aqil be.”

Mûstafa Karasû di nirxandina xwe de bal kişand ser damezrandina Îsraîlê û got: “Tirkiyeyê roleke mezin di ava buna îsrayilê a  lîstiye. Eger dewleteke weke Tirkiyeyê nebûya Îsraîl li wir nedibû dewlet. Tirkiye li Rojhilata Navîn bû ew dewlet ku piştgiriya herî mezin da Îsraîlê. Ev yek eşkere ye. Heta dema nêz bi vî rengî ye. Hîn jî hewl didin bi Îsraîlê re li hev bikin. Dewleta Tirk polîtîkaya qirkirina Kurdan li ser bingeha têkiliya bi Îsraîlê re bi piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYE) û Ewropayê meşandiye. Ji ber ku heta ku bi Îsraîlê re têkiliyeke rast danîne nikarîbû bi DYE û Ewropayê re têkiliyeke rast dîne. Lewma ji bo Kurdan qir bike bi Îsraîlê re têkilî danî û piştgirî ji DYE û Ewropayê wergirt. Belê, rastiyeke bi vî rengî heye. Niha çima bi vî rengî bû? Tirkiye piştî ku ji rola xwe ya dîrokî, yanî rola piştgiriya bi Îsraîlê re hinekî dûr ket, Îsraîlê jî li hemberî Tirkiyeyê helwest nîşan da. Naxwe heta dema nêz du welat bûn ku xwedî têkiliyeke nêzî hev bûn. Divê mirov van weke Îslamiyan nebînin, dijberên Îslamê ne. HTŞ Îslamî nîne, dijberê Îslamê ye. Îslamê tenê bi kar tînin. Îsraîl jî naxwaze gefeke bi vî rengî nêzîkî xwe bibîne. Çawa ku naxwaze Hîzbûllahê weke gefê bibîne, naxwaze HTŞ'ê jî weke gefê bibîne. Piştî ku Tirkiye jî xwedî li HTŞ'ê derket, di navbera wan de rageşiyê rû da. Ya ku ev rageşî afirand, polîtîkaya Tirkiyeyê ya têkildarî Sûriyeyê ye. Ji ber ku ev ne Îslamî ne, Îslamê têk dibin, DAÎŞ e, HTŞ ye. Piştî ku Erdogan piştgirî da van, bêguman Îsraîl jî li hemberî wê helwest nîşan da. Belê, heta ku Tirkiye wê polîtîkaya xwe neterikîne wê Îsraîlê re şer bike. Îsraîl jî wê piştgiriya xwe werbigire, ji DYE'yê jî werbigire, ji Ewropayê jî werbigire. Dibe ku Ewropa niha dengê xwe bilind dike, ew jî ji ber ku li Xezeyê komkujî hatiye kirin bû. Bi rastî jî komkujiya li Xezeyê tê kirin ji aliyê mirovahiyê ve nayê qebûlkirin. Li Ewropayê jî beşek ji rêveberiya qebûl nakin, helwestê nîşan nadin lê belê bi esasî weke polîtîka li pişt Îsraîlê ne. Lewma Îsraîl li gel DYE û Ewropayê dixwaze van polîtîkayên Tirkiyeyê bisekinîne. Bi dîtina min şer di vê çarçoveyê de diqewime. Wê hîn bêhtir mezin bibe? Eger Tirkiye polîtîkayên xwe neguherîne dikare hîn bêhtir mezin bibe. Ji ber ku li pişt Îsraîlê ev piştgirî heye, welê tê dîtin.”