9 canogiriyên din li Kobanê hatin oxirkirin

Xelkê kantona Firatê 9 canogiriyên din li Pakrewangeha Şehîd Dicle bi merasîmeke biheybet oxir kirin.

15 kanûn, 2024   16:32
KOBANÊ

Xelkê katona Firatê bi merasîmeke biheyet 9 şehîdên QSDˋê, hêzên Komandos, HAT ên girêdayî Hêzên EWlekariya Hundirîn û şehîdên Kombûna Jinan a Zenûbiya li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê oxir kirin.

Navên Şehîdên hatine oxirkirin wiha ne; Dilyar (Dilyar Beyrem), Behcet (Behcet Omer), Xişman (Xişman Îsmaîl), ev di 8ˋê Kanûnê de li Sirînê şehîd bûn, Dijwar Xizênê (Riyad Bekî) Şervan Kobanê (Feyad Şêxo), Baz Kobanê (Mihemed Ibrahîm) di 11ˋê Kanûnê de li Qereqozaqê şehîd bûn, Ayşe (Ayşe Abdullqadir), Îman (Îman El Mûsa ) di 8ˋê Kanûnê de li Qereqozaqê şehîd bûn û Xemgîn Firat (Ocalan Mislim) di 9ˋê Kanûnê de li Qereqozaqê şehîd bû.

Di merasîmê de endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hesûn axivî û got: "Dewleta Tirk bi van êriş û sûcan kina xwe li hember şervan û gelê me hiltîne. Lê bila baş bizane, dê êrişên ku pêk tîne bibin destpêka têkçûna dewleta Tirk."

`ÎRADEYA ME JI TEKNÎKA WAN BIHÊZTIR E`

Macîde got :"Çawa Kobanê bû cihê destpêka têkçûna DAIŞˋê îro jî Erdogan tirba xwe li vir dikole û wê bibe destpêka têkçûna wê jî. Îroj em Kurd û Ereb û hemû neteweyên din, ji bo welatê xwe di nava têkoşînê de ne. Dewleta Tirk dixwaze car din projeya Osmanî pêk bîne. Lê vaye şervanên me destanên lehengiyê dinivîsînin. Îradeya me ji teknîka wan bi hêztir e."

Dûre jî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Bekir Ceradê axivî û got:" Şevanên me ji bo parastina rûmetê bênavber têkoşîneke bêhempa raber dikin. Em di dîrokeke dirêj de ji bo mafên xwe tê dikoşin."

Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û şehîd bi diruşmên "şehîd namirin" hatin oxirkirin.

(sş/fr)

ANHA