PYD: Divê aqûbeta girtiyên Kurd ên di girtîgehên rejîmê de jî bên aşkerakirin

PYD'ê bang li aliyên berpirs û têkildar ên ku dosyaya girtî û windahiyên di girtîgehên rejîma Baasˋê de dişopînin, kir ku aqûbeta girtî û windahiyên Kurd jî aşkera bikin.

PYD: Divê aqûbeta girtiyên Kurd ên di girtîgehên rejîmê de jî bên aşkerakirin
15 kanûn, 2024   16:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê bang li aliyên berpirs û têkildar kir ku aqûbeta girtî û windahiyên Kurd ên di girtîgehên rejîma Baasˋê de aşkera bikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji dema damezirandina PYD'ê ve, endamên wê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rejîma Baasˋê ve dihatin hedefgirtin û gelek ji wan ji ber êşkenceyê şehîd bûn wekî şehîd Ehmed Hisên û Osman Dadelî û bi hezaran girtî jî hîn rewş û aqûbeta wan ne diyar e wekî Nazê Ehmed Keçel ku di 2004'an de ji aliyê beşa ewlekariya siyasî ve ku wê demê "Nasir El Elî" bi rê ve dibir, li Helebê hatibû destgîrkirin û heta niha aqûbeta wê ne diyar e.

Di dawiya daxuyaniyê de PYDˋê bang li aliyên têkildar ên ku dosyaya girtî û windahiyên di girtîgehên rejîma Baasˋê de dişopînin kir ku ji bo aşkerakirina aqûbeta girtî û windahiyên Kurd di serî de Nazê Ehmed Keçel û tevahî welatiyên Sûriyeyê, di nava alîkariyê de bin.

Nav: Nazê Keçel

Navê dayikê: Helîme

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrik (Malikiyê), gundê Siwêdiyê 1975

(mh/fr)