Li herêmên cuda yên Sûriyeyê mayîn teqiyan, 5 kes mirin

Li herêmên cuda yên Sûriyeyê mayînên ji bermahiyên şer teqiyan, di encamê de 5 kes mirin û 2 jî birîndar bûn.

Li herêmên cuda yên Sûriyeyê mayîn teqiyan, 5 kes mirin
15 kanûn, 2024   16:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand di encama teqîna mayînekê ji bermahiyên şer li bajarokê Celaa yê gundewarê Bokemal ê rojhilatê Dêrazorê de 3 kes mirin.

Girêdayî heman mijarê li nava zeviyeke li Kenseba yê gundewarê Laziqiyê jî mayînek teqiya, di encamê de kesek mir. Her wiha li gundê Letmên ê gundewarê Hemayê jî mayînek teqiya kesekî 27 salî mir.

SOHRˋê da zanîn ku li bajarokê Dêr Hafirê yê gundewarê Helebê jî mayînek teqiya, di encamê de 2 kes birîndar bûn.

(fr)