8'ê Adarê di navbera berxwedan û zilmê de tê pîrozkirin - NÊRGİZ ÎSMAÎL

8'ê Adarê di navbera berxwedan û zilmê de tê pîrozkirin - NÊRGİZ ÎSMAÎL
6 adar 2024   04:37

Diyardeya şaristaniyê ya tijî otorîter, jin, civak, malbat, zarok û jiyana civakî, ji cewhera xwe ya civakî dûr û ji bikaranîna mafên xwe yên cewherî û civakî, di nava dîwarên pergala desthilatdar de, dîl kiriye. Ya ku kir takekes xwe ji malbat û civakê dûr bixe, diyardeya bajarîbûn û şaristaniyê ye ku li ser paşxaneya civaka çandinî û gundî ava bûye, ya daye pêş û bal kişandiye ser jî ew e; têkiliyên bazirganiyê, bazar, kirîn û firotina li ser hesabê nirxên civakî.

Ev pergala ku naşibe cewhera civakê, civak veguherand "girseya koleyan" ku ji nasname û şiyanên xwe yên xwezayî bê par bin, bi vê yekê re bi têkiliya hembiyotîk a li ser civaka xwezayî hatiye avakirin re rewşeke nakok girt, di encamê de bandoreke neyînî li jin û malbatê kir, bû sedema karesat û şerên li ser jîngeh, xweza û civakên wekhev.

Modernîteya kapîtalîst ji bo jin û malbatê yek ji karesatên herî xeternak e. Ji ber ku tenê ji aliyê madî ve mijûl dibe, ne ji aliyê rewşenbîrî, bîrdozî û çandî yê civakî ve û jinê wek mal û milkê rêveberên desthilatdar bi kar tîne. Eger em têgeha şaristanî û şaristaniyê bi têgîna neteweya demokratîk re bidin ber hev, ezmûna pratîkî ya çanda neteweya demokratîk a ku li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate pêkanîn, ruh û vîna azad temsîl dike. Jin wek navîngîneke sereke di xwerêveberiya demokratîk de cih girtiye.

Di salên şoreşê de û ji sala 2011’an ve û bi mîrateya rêxistinî ya avakirina sîstema demokratîk a ku li ser esasê fikir û îdeolojiya azadiya jinê ku azadiya civakê temsîl dike û li ser esasê etîka civakî hatiye avakirin, gaveke dîrokî ye. Civaka xwezayî bi têkiliyên dostane yên bi hawîrdora civakê re û lihevhatina bi xweza û jîngehê re tê temsîlkirin. Gelekî girîng bû ku ew şoreşa ku berfireh hate binavkirin, wek Bihara Ereban jî, dikarîbû ji bo azadiya jinê û rizgarkirina civakên xwe mîna pêngaveke dîrokî û şensekî guhertinê bibînin.

Şoreşa 2011'an ku azadiya jinê ji bo kire wek hêmaneke bingehîn a guherîn û veguherînê, hêlişt ku pergaleke demokratîk bi keda jinê were avakirin. Ew pergal bi xwe li ser esasê pirrengî û pirrengiyê bi rêxistinkirina hemû beşên civakê bi hemû pêkhateyên xwe yên civakî, çandî, mezhebî, olî û etnîkî, jin, ciwan û zarok, li dijî feraseta hegemonyaya neteweyê tê dikoşe. Dewletên ku li ser bingeha “yek raman, yek reng, yek ziman, yek çand û netewperestî” hatine damezirandin, nikarîbûn xwe ji wan hişmendiyên dogma û tund rizgar bikin.

Di şaristaniyê de diyardeya çîn û kontrola yekalî zêde dibe, têkilî û girêdanên civakê kêm dibin. Neteweya demokratîk di hemû aliyên civakî, çandî, aborî û siyasî de, edalet û wekheviya jin û mêran de xwedî aso û pîvanan e.

Neteweya demokratîk xwedî civakeke demokratîk, exlaqî, ekolojîk a bi xweza û hawirdorê re ye, têkiliya jin û mêran li ser esasê wekheviyê ye û xala hevpar a di navbera hemû pêkhateyên tê de heyî jiyana hevbeş e.

Ramanwer û Rêber Abdullah Ocalan di dîroka Kurdistan û Rojhilata Navîn de yekem car der barê pirsgirêka jin-zanista jinan-çanda jinan-jin û malbat-jin û malbata demokratîk de analîzên berfireh û kûr pêşkêş kirin. Jin û birêxistinbûna civakê, hwd û şêweyê têkiliyan û jiyana heyî û şoreşa azadiyê ji xwe re kiriye bingeh, îdeolojî, xebata felsefî mîna stûnek girîng.

Rêber Abdullah Ocalan jî ev tişt anî ziman:

“Jina herî bedew ew jin e ku bi azadiya herî mezin dijî. Li gorî min azadiya jinê ji her tiştî girîngtir e, ji ber ku girêdana (jineke bindest û zilamê desthilatdar) bê nirx e. Xwerizgarkirin, feraseta ji wê xweştir û binirxtir tiştek nîn e. A herî bedew ew e; pêşxistina têkiliya di navbera jina azad û zilamê ku bi temamî xwe ji desthilatdariyê rizgar kiribe, jiyan bi wate dibe.”

Lewra di gelek caran de roja 8'ê Adarê li welatên Rojhilata Navîn nehatine pîrozkirin. Ger hatibe pîrozkirin jî ew jî mîna sembolekê (rojekê tenê ya jinê), hatiye watedar kirin. Hîna jin a welatên Ereban di nava zilm û zorê de dijî. Ne tenê deshilatdarî, di heman demê de ferasta “Jin namûsa malbatê, êl, qebîle û malbatê ye”, zindî ye. Hîna jî mafên jinê wekî ku tenê pêwîst e di malbatê de be tê gengeşekirin.

Di van salên dawîn de şopandina rêbazekê ku gerek e em jî bi cîhanê re bimeşin; lê mixabin ew hizir hetanî kengî bi ser dikeve, ev jî mijarek e ku gelekî hizir û lêkolîn jê re pêwîst in. Hîna berovajî bandorên ol-oldarî li çanda civakê heye. Hetanî ol çendîn qîmet dabe jinê-dayikê jî lê bi derbasbûna salan ew qîmet nemaye û hatiye berovajîkirin.

8'ê Adarê weke roja jinê tê pîroz kirin, çi li welatê Misrê, Tûnis, Cezaîr û hwd çi bi semîneran, komcivînan, konferansan be. Di vê rojê tinê de behsa mafên jinê yê kar û hebûna wê weke kirdeyeke bingehîn a civakê tê kirin. Lê di rastiyê de hîna bi şêwazekî dijwar ku zilma ku li ser jinên Sûdanî, yên Afrîqiya û welatên wê, li ser yên Udun bi awayeke hîna eşkere berdewam e. Pirsgirêka herî seke ev e ku hîna jin nikare xwe bi xwe, xebatên xwe, bi qasî meznahiya cîhana xwe xwe pênase bike. Ev pirsgirêkek gelekî mezin e. Her çendê 8'ê Adarê wekî roja jinê jî bê pênase kirin jî lê dîsa bi detûra zilam tê bibîranîn. Hetanî bi saziyên ku bangî xwe dikin bi navê mafên jinê, an jî xwedîderketina li jinê, ew jî bi destûra hukumetên heyî tê kirin.

Jin ne li welatê xwe azad e, ne jî di nav civaka xwe de. Hetanî di nava zagonên zikmakî de jî ji sedî 10 dibe ku mafên wê hebin an tune bin. Ev mijar pirsgirêkek cidî ye. Ne tenê civakê dixitimîne, di heman demê de gelek girêkan bi xwere kor dihêle, ji hêza çereseriyê dûrxistî dımine. Her çenê di van salên dawî de gelek dezgeh û saziyên welatên ereban hebin jî, lê hîna jî di naveroka xwe de pêwîstî bi berxwedanî û îsiyanên bi wate hene. Jin a rojhilata navîn xwedî hêzekî dîrokî ye. Bi esalete, bi çanda resene, ew dikare li hemberî hemî kirîzan bi ser bikeve. Tenê pêdiviya wê bi kurkirina bîrdoziya rozgariya jinê heye. Jin a rojhilata navîn îro li ber xwe dide, di navabera berxwedanî û dagirkeriyên ku heye berê xwe dide 8'ê Adarê. Ev jî gelekî girîng e. Lewra ne tenê ev roj lê hemî rojên salê divabe ji bo jinê bibin 8'ê Adarê, bi wateya roja felsefeya vegera jin a resen, jiyana azad û bi wate, azadiya ku civakê hemî di nava xwe de himbêz dike.