8 firne li Dêrazorê nan ji şêniyan re peyda dikin

Firneyên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantona Dêrazorê vekirine, nan ji deh hezaran şêniyên kantonê re peyda dikin. Komîteya Aboriya Civakî ya Rêveberiya Xweser hewl dide ku projeyên din li dar bixe di nav de 4 kargeh hene.

8 firne li Dêrazorê nan ji şêniyan re peyda dikin
8 firne li Dêrazorê nan ji şêniyan re peyda dikin
8 firne li Dêrazorê nan ji şêniyan re peyda dikin
17 adar, 2024   07:06
DÊRAZOR
ELÎ EREB

Ji bo pêkanîna biryarên Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Îstqrarê li Dêrazorê ku 22`yê Cotmeha 2023`yan li dar ketiye, Komîteya Aboriya Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê 8 firne li kantonê vekirin. 

Li rojavayê kantonê, komîteyê 4 firne vekirin. Firneya El Teqwa ku kapasîteya wê rojane tonek û 650 kîlogram nan e, firneya Koperatîfa Kagehan ku nan ji hezar û 500 niştecihên herêma Meîzîle û El Izbe re peyda dike û kapasîteya wê 3 ton û 400 kîlogram e.

Komîteyê firneya Koperatîf a li gundê Hemar El Kesra ji nû ve vekir ku kapasîteya wê rojane 2 ton û 500 kîlogram e û nan ji derdora 10 hezar kesî re peyda dike. Firneya Koperatîfa El Fatimê ku kapasîteya wê 4 ton û 800 kîlogram e û nan ji derdora 17 hezar şêniyan re peyda dike.

Li bakurê kantonê jî, komîteyê 4 firne vekirin. Firneya El Sor ku kapasîteya wê ya rojane 4 ton û 500 kîlogram e û nan ji 26 hezar kesî re peyda dike. Firneya Koperatîfa Herêma El Hasîn ku rojane 950 kîlogram nan ji 3 hezar û 400 şênî re peyda dike.

Her wiha komîteyê firneya Koperatîfa El Fetwa jî vekir ku kapasîteya wê ya rojane hezar û 800 kîlogram e. Firneya El Dehle ku kapasîteya wê 2 ton û 500 kîlogram e û nan ji 5 hezar û 400 şênî re peyda dike. 

Hevseroka Komîteya Aboriya Civakî ya kantona Dêrazorê Meryem El Hemîdî got: "Di çarçovaya pêkanîna biryarên Kongreya Xurtkirina Ewlehiyê û Îstiqrarê ku li Dêrazorê li dar ketiye de, 8 firne hatin vekirin ji bo ku nan ji şêniyan re bê peydakirin."

Li gorî Meryem, firneyên ku hatine vekirin barên şêniyan di peydakirina nan de sivik kir û got: "Gilî kêm bûne, xebat tê meşandin ji bo ku kalîteya nan baş bibe. Şopandina kalîteya ard, nan û xebitandina firneyên koperatîfan berdewam in."

Komîteya Aboriysa Civakî plansaziyan ji bo pêşerojê, dinirxîne. Meryem aşkera kir ku di nava plansaziyê de, vekirina hingar, kargehên mast, penêr, savar û batarî hene.

(şx)

ANHA