Li Minbicê kujerek hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kujerekî li dijî 3 kesên li Minbicê 3 kiryarên qetilkirinê pêk anîne, girt.

Li Minbicê kujerek hat girtin
16 adar, 2024   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hunduirîn hûrgiliyên girtina kujer, agahiyên li ser sûcan û hevdîtina bi endamê rêvebera Têkoşîna li dijî Sûcan li kantona Minbicê bi rêya dîmenekê li ser rûpela xwe ya fermî bi bîr xistin.

Li gorî navendê, kiryarên hatine kirin mêr û hevjîna wî Yasîn El Xelawî û Îsraa El Xelawî di 18ˊê Mijdara 2023ˊyan de hatin kuştin û cenazeyên wan li malê hatin şewitandin ku neşaneyên kuştina bimebest werin veşartin û kiryara duyemîn jî li dijî kesê bi navê Şehade Ubêd bû. Ubêd ber bi aliyên Minbicê ve hat kişandin û di serê xwe de bi guleyekê li hundir erebeya xwe hat kuştin.

Di dawiyê de navendê anî ziman ku kujer dostaniya xwe bi wan re bi kar anîn û kuştin. Armanca wî dizîna pere û telefonan bû.

(fr)