`Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê dişibin ên çeteyên DAIŞ`ê`

Hiqûqnasan diyar kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê sûcên şer û li dijî mirovahiyê ne.

`Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê dişibin ên çeteyên DAIŞ`ê`
17 adar, 2024   05:09
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker  û çeteyên wê di 20ˊê Çileya 2018ˊan de êriş Efrîn kir û di 18`ê Adara 2018`an de dagir kir, ew yek piştî berxwedana 58 rojan, hat dagirkirin.

Ji 6 salan ve, li Efrînê rojane sûc li dijî şêniyên mayî tê kirin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di salên dagirkirina de 706 kes kuştin, zêdetirî 9 hezar û 8 kes revandin, di nav de hezar û 200 jin û 600 zarok hene.

Têkildarî mijarê hiqûqnas Orîvan Mihemed ji ajansa me re axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker sûcên hovane wek revandin, îşkencekirin, destdirêjî, qirkirina çandî, dizî û ferzkirina pereyan di bin hicet û bihaneyên nerast de dikin."

ˊSÛCÊN DIŞIBIN SÛCÊN DAIŞ`Êˊ

Orîvan diyar kir ku wêne û dîmenên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser hesabên xwe yên medya dijîtal parve dikin, îsbat dikin ku bi dehan jin hatine revandin û di navendên îşkenceyê de hatine ragirtin û wiha pê de çû: "Sûcên ku dikin, mîna yên DAIŞ`ê ne û li dijî qanûnê, exlaqê û dermirovî ne. Mixabin civata navneteweyî û rêxistinên NY`yê û yên mafên mirovan li hember van sûcan bê deng in."

Orîvan destnîşan kir ku tu şeriyet û qanûnek li gel dewleta Tirk a dagirker tune ye, gelo çawa li dijî gelê ku ji sedî 80 bi darê zorê koçber kiriye cezayan ferz bike û gelê li Efrînê mayî jî di "girtîgeheke mezin de" dijîn û li dijî wan sûcên hovane tên kirin.

Orîvan ev li gotinên xwe zêde kir: "Ev sûc li dijî tevahî qanûnên navneteweyî ne. Mafên xwezayî, civakî û mirovî binpê dike û digihêje asta sûcên şer ên li dijî mirovahiyê. Her wiha li dijî ragihandina mafên mirovan a cîhanê ya li gorî madeya 9`an li Parîsê sala 1948`an hate erêkirin û li gorî wê nabe tu kes bê girtin an ku bi sîstametîk bê koçberkirin."

Orîvan bal kişand ser madeya 7 a qanûna cezayan a navneteweyî û got: "Li gorî qanûnên navneteweyî nabe jin bên girtin, îşkence lê were kirin û destdirêjiyê lê bikin. Her çar lihevkirinên Cinêvê jî ku sala 1949`an hatine erêkirin, dan û standina tund û binpêkirina rûmeta mirovan, qedexe dikin."

Orîvan bang li rêxistinên navneteweyî û yên hiqûqî kir ku bi lez rê li pêşiya van sûcan bigirin û bang kir ku komîteyeke hiqûqî ya navneteweyî bê avakirin, ji bo ku bikirên sûcên şer bên darizandin û dagirkerî bi dawî bibe.

Hiqûqnas Rocîn Hisên jî diyar kir ku jinên Efrînê û kesên temenmezin ji van sûcan nefilitîne û wiha domand: "Bi sedan jin û kesên temenmezin di girtîgehê de ne. Ew bîra çandî û nasnameya rastîn a herêmê ne."

Rocîn anî ziman ku li gorî peyman û lihevkirinên navnteweyî sûcên li Efrînê têne kirin, sûcên şer û li dijî mirovahiyê ne.

(şx)

ANHA