70’ê malbatên Şengalî vegerin ser cih û warên xwe

70’ê malbatên di ên di kampên Başûrê Kurdistanê de diman vegerin Şengalê.

70’ê malbatên Şengalî vegerin ser cih û warên xwe
20 gulan, 2024   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 11 Hezar malbatên ku navê xwe qeyd kirine bûn îro ji wan 70’ê malbatên Şengalî vegerin ser cih û warên xwe. Bi sedan malbat jî amadekariyên xwe yên vegerin dikin.

Malbatên ku wê îro vegerin Şengalê, ji tevahiya Kampên Başûr tên. Piranî jî ji kampa Mam Reşan û Êsiya yên girêdayî Duhokê vedigerin.

Wezareta Koç û Koçberan biryar daye ku heya 30’ê Tîrmehê deriyê tevahî kampên li Başûrê Kurdistanê bên girtin û hemû koçber vegerin ser cih û warên xwe.

Wezareta Perwerdê ya Iraqê jî ragihandibû ku wê ji îsal û şûn de êdî dibistan li kampan neyên vekirin û wê hemû saziyên xwe yên girêdayî perwerdeyê ji kampan vekişîne.