Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî  ku di qezaya helîkopterê de jiyan xwe ji dest da . Cîgirê wî Muhammed Muhbîr li şûna wî hate tayînkirin.

Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin
20 gulan, 2024   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Helîkoptera ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî tê de bû, şevê din li herêma çiyayî ya eyaleta Azerbaycana Rojhilat ket. Enqaza helîkoptera ku Wezîrê Karên Hundir Huseyîn Emîr Abdullahiyan jî tê de bû hate dîtin. Li gorî daxuyaniya fermî ya Îranê, kesên di helîkopterê de jiyan xwe dest dane. 

Li gorî daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Îranê Hadî Taha Nazîf ya di IRNA’yê de; piştî teqezbûna mirina Reîsî, dê peywirên îdarî yên Reîsî cîgirê wî li xwe bigire. Bi vê yekê re cîgirê yekemîn ê serokkomar Muhammet Muhbîr li şûna Reîsî hate tayînkrin.